Gelek navdarên cîhanê ji bo Ocalan banga azadiyê kirin 2022-04-05 10:07:01 NAVENDA NÛÇEYAN - Şexsiyetên navdar ên cîhanê ku Ocalan weke “yek ji mezintirîn bîrewerên serdemê” pênase dikin, 73’yemîn rojbûna Ocalan pîroz kirin û xwestin ku azad bibe.  Siyasetmedar, rewşenbîr û nivîskarên navdar ên cîhanê bi munasebeta 73’yemîn rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ser hesabên xwe yên medyaya civakî peyam parve kirin û rojbûna Ocalan pîroz kirin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), navdarên cîhanê banga azadiya Ocalan kirin.    KATALAN CUP: EM TEV LI QÎRINA AZADÊ DIBIN   Candidatura d'Unitat Popular Països Catalans’ın (Yekitiya Gel a Katalonyayê -CUP) li ser hesaba xwe ya twîtterê diyar kir ku Ocalan ji sala 1999’an heta niha li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û wiha got: “Dê têkoşîna gelê kurd û mafên mirovan bi ser keve.” Di berdewamê de jî got: “Em tev li qîrîna #FreeOcalan dibin.”        ENDAMÊ PE’YÊ SMERIGLIO AZADIYA OCALAN XWEST   Massimiliano Smeriglio ku di 8’ê gulana sala 1966’an de li Romayê ji dayik bû, bi salan li University of Rome Three'yê ders dan û ji sala 2019’an heta niha jî li Parlamentoya Ewropayê (PE) endamtiya Koma S&D’ê dike, rojbûna Ocalan pîroz kir. Smeriglio di parvekirina xwe de Ocalan weke “Pêşengê dîrokî yê têkoşîna rizgariyê yê gelê kurd” pênase kir û û wiha got: “Dê daxwaza me ya azadiya Ocalan bidome. #FreeÖcalan.”        GIULIANO GRANATO: DI SERÎ DE AZADÎ   Berdevkê Neteweyî yê Desthilatdariya Gel a Îtalyayê Giuliano Granato jî banga bidawîkirina tecrîdê kir û wiha got: “Hêviya başbûna tenduristiya Ocalan bi tena serê xwe bes nake. Divê tecrîda hovane ya girankirî ku wî dide zorê jî bi dawî bibe û beriya her tiştî em azadiya wî bixwazin. #freeocalan!”        BAL KIŞAND SER QEDEXEYA HEVDÎTINA BI PARÊZERAN RE    Basels starke Alternative (BastA! – Alternatîfa Xurt a Baselê) a li Swîsreyê jî di peyama xwe de bal kişand ser qedexeya hevdîtina bi parêzeran re û ev tişt anî ziman: “Îdolê tevgera azadiya kurd Abdullah Ocalan 73 salî ye.”        AMEDEO CIACCHERI: MEZINTIRÎN BÎREWERÊ SERDEMÊ   Serokê Şaredariya Herêma 8’emîn a paytexta Îtalyayê Romayê Amedeo Ciahccheri jî bi boneya 73’yemîn rojbûna Ocalan ev peyam parve kir: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikeve 73 saliya xwe. Yek ji mezintirîn bîrewerên serdema me ne ku dikare ji bo aştî û demokrasiya Rojhilata Navîn û cîhanê asoyên nû ava bike. Ji sala 1999'an heta niha jî di şert û mercên dermirovî yên li Tirkiyeyê de girtî ye. #FreeÖcalan”       WÊNEYÊ OCALAN XÊZ KIR   Wênesaz û parastvanê mafên mirovan Gainluca Costantini jî wêneyê Ocalan xêz kir û bi vê peyamê parve kir: “Rojbûna te pîroz be Abdullah Ocalan.”      ‘HÊVIYA HERÎ XURT A XWEGIHANDINA WEKHEVIYÊ YE’   Black Socialists in America (Sosyalîstên Reşik ên Amerîkayê) jî bi hastaga “#FreeAbdullahOcalan” re ev peyam parve kir: “Li gorî me kapîtalîzm pergaleke sosyal û aborî ya li dijî azadî û edaletê ye. Ji ber vê yekê, li gorî me ji bo xwegihandina civakeke wekhev ku demokrasî û azadiyê dihewîne, bi tevgereke sosyalîst a navneteweyî pêkan e.”      JI MEP’Ê BANGA AZADIYÊ   Endamê Baskî yê Parlamentoya Ewropayê (Member of European Parliament-MEP) Pernando Barrena jî rojbûna Ocalan pîroz kir û ev peyam parve kir: “Bi wesîleya 73’yemîn rojbûna pêşengê kurd Abdullah Ocalan, em dixwazin ku tecrîd di zûtirin demê de bê rakirin. Her wiha em bang dikin ku Ocalan azad bibe.”