Malbata Şenyaşar: Zilma darazê berdewam e 2022-04-05 13:45:31   RIHA - Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar berdewam e. Malbatê di çalakiya îro de wiha got: “Ji ber ku qanûn di destê dozgerên ku xwe li ber zaliman ditewînin de ne, zilma darazê ya li Rihayê di meha Remezanê de jî berdewam dike.”    Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûsê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bû. Ji bo dîtina kujeran û darizandina wan, Emîne û Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kir. Çalakiya malbatê di roja 393’yan de berdewam kir. Dayika Emîne ji ber ku nexweş bû nekarî beşdarî çalakiya îro bibe lê Ferît Şenyaşar, nobet berdewam kir.    Têkildarî mijarê malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: “Ji ber ku qanûn di destê dozgerên ku xwe li ber zaliman ditewînin de ne, zilma darazê ya li Rihayê di meha Remezanê de jî berdewam dike. Heta ku zîhniyeta serdestan diparêze diguhere jî em ê têkoşîna xwe bidomînin.”