Li Antalyayê amadekariyên 1’ê Gulanê dest pê kirin 2022-04-05 14:17:12 ANTALYA - Rêxistinên ked û pîşeyê yên Antalyayê starta amadekariyên 1’ê Gulanê dan.    Rêxistinên ked û pîşeyê yên Antalyayê bernameya 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran a Cîhanê bi raya giştî re parve kir. Daxuyanî li avahiya Turk-Îşê hate dayîn. Daxuyanî ji hêla Nûnerê DÎSK’ê yê Herêma Akdenîzê Vedat Kuçuk ve hate xwendin. Kuçuk, da zanîn ku Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Tirkiyeyê (Turk-Îş) Yekitiya Bijîşkên Tirke (TTB), Yekitiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB) û Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Cemaweriyê ya Yekbûyî (BÎRLEŞÎK KAMU-ÎŞ) dê di 1’ê Gulanê saet di 13.00’an de li Parka Aydin Kabza bên ba hev, ber bi Qada Cumhuriyetê ve bimeşin û piştre jî mitîngê li dar bixin.    Di berdewamê de Kuçuk bang li hemû kesî kir ku beşdarî mitînga wan bibin û wiha bi dawî kir: “Dem dema wê ye ku em têkoşîna xwe ya heq, hiqûq, edalet, ked, aştî û demokrasiyê li qadên 1’ê Gulanê bikin têkoşîneke hevpar. Heke em piştevaniya hev bikin, wê demê bikarin heqê xwe bistînin û vê pergalê bi hev re biguherînin. Dê ev welat û cîhan bi têkoşîna me biguhere.”