Li pêşiya girtîgehê bang kirin: Edalet dê rojekî bo her kesî lazim bike 2022-04-05 14:59:01   AMED - Malbatên girtiyan di çarçoveya Nobeta Edaletê de li ber deriyê Girtîgeha Tîpa D a Amedê çalakî li dar xistin. Malbatan bang li wezîrê edaletê û serokomar kirin û wiha gotin: “Edalet dê rojekê bo her kesî lazim bike.”   Malbatên girtiyan ji bo berdana girtiyên ku cezayê wan xelas bûye lê nayên berdan û girtiyên nexweş, li Amedê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan di roja 141’an de jî berdewam kir. Di çalakiya îro de malbatên girtiyan çûn ber deriyê Girtîgeha Tîpa D a Amedê. Di çalakiyê de li gel malbatên girtiyan, her wiha Heserokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Bunyamîn Uzum jî amade bû. Fevziye Kolakan ku ji ber emeliyeta dil ev demekî dirêj bû nedikariya beşdarî çalakiyê bibe, piştî ku hinek bi ser xwe ve hatî îro beşdarî çalakiyê bû.    Kolakan di çalakiyê de diyar kir ku ew ji bo aştî, edalet û wekheviyê bi mehan e nobetê digirin û bang li wezîrê edaletê û serokomar kir ku edaletê pêk bînin. Ji xizmên girtiyan Încî Guler jî anî ziman ku rewşa girtiyên nexweş roj bi roj girantir dibe û wiha domand: “Hêvî û daxwaza me ew e ku em mirina girtiyên nexweş nebînin. Rewşa wan giran dibe û nayên berdan. Divê partiyên siyasî çawa ku her tiştekî li Tirkiyeyê di Meclisê de diaxivin, bi heman rengî rewşa zarokên me jî biaxivin.” Ji xizmên girtiyên nexweş Nazîme Boltan jî bang li hemû kesî kir ku beşdarî çalakiya wan bibin.    ‘EDALET BO HER KESÎ DÊ LAZIM BIKE’   Herî dawî ji xizmên girtiyan Reşahat Ada di çalakiyê de axivî û ev tişt anî ziman: “Hewldana me ji bo wê ye ku darbestên zarokên me ji girtîgehan dernekevin. Em bang li wezîrê edaletê û serokomar dikin û dibêjin; înfazên zarokên me neşewitînin. Em bang li partiyên siyasî jî dikin ku piştgiriyê bidin me. Rojekî ev edalet dê ji bo her kesekî lazim bike.”    Nobeta Edaletê bi dirûşma “Heq, hiqûq, edalet” bi dawî bû.