Serokê Dadgehê dayika Hêlîn Şen derxist ber derî 2022-04-05 16:11:59   AMED - Di darizandina têkildarî mirina Hêlîn Hasret Şen de, dîmenên kamerayê yên ji aliyê maşîneya zirxî ve hatine kişandin, hatin temaşekirin. Serokê dadgehê ji dayika Nazmiye Şen ku bertek nîşanî negirtina polîsê bersûc da re got “Derkeve derve”.   Danişîna doza Polîs Abdullah Ercan ê ku di qedexeya kolanan a li navçeya Sûrê ya Amedê de Hêlîn Hasret Şen a 12 salî qetil kir, li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Di danişînê de malbat û parêzerên Hêlîn, Serokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê Abdullah Zeytûn, Komîsyona Mafên Zarokan a ÎHD'ê ya Amedê, Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê û parêzerê gûmanbar, amade bûn. Herwiha Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Platforma Hevkar a Mafên Mirovan, Komeleya Hêviyên Rengarenkê jî li salonê cih girtin. Polîsê bersûc Abdûllah E. jî ji Mereş a lê dixebite bi SEGBÎS’ê tev li danişînê bû.    Di danişînê de ewilî dîmenên qetilkirina Hêlîn Şenê hatin temaşekirin. Pişt re yek ji parêzerên malbatê Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Abdûllah Zeytûn parastin kir. Zeytûn ji bo dîmen bi hûrgilî bên lêkolînkirin daxwaza demê kir.   BAV: EDALET HEBÛYA NIHA BERSÛC DI GIRTÎGEHÊ DE BÛYA   Pişt re bav Ekrem Şen ê mafê axaftinê dan wî jî wiha got: “Keça min 6 sal û nîv in di bin axê de ye. Polîsê bersûc jî hêj li ser peywîra xwe ye. Heke edalet hebûya divê ew polîs niha di girtîgehê de bûya.”   Dûre Prz. Zeytûn dîsa mafê axaftinê girt. Prz. Zeytûn neberhevkirina hin delîlên herî şênber ên têkildarî cînayetê rexne kir û xwest ku ew di dosyayê de cih bigirin. Zeytûn, da zanîn ku bandora polîsê bersûc a li ser delîlan heye û xwest bê girtin. Piştî Zeytûn, endamê Navenda Mafên Zarokan ê Baroya Amedê Omer Sansarkan û parêzer Buşra Eylul jî parastin kirin û xwestin polîsê bersûc demildest bê girtin.    Dayik Nazmiye Şen a dadgehê mafê axaftinê dayê jî wiha got: “7 sal in em li pey edaletê ne, dixwazin bersûc were girtin. Kujerekî wisa yê zarokekê çawa hêj li derve dikare bimîne. Çawa dikare hêj wî unîformayî li xwe bike. Çawa canê mirovan emanetî vî tê kirin. Dixwazin demildest ji peywîrê bê girtin û were girtin.”   NEHAT GIRTIN   Dadgehê piştî parastinan daxwaza dozger û her du aliyan wergirtin navber da danişînê û eywana danişînê vala kir. Şandeya dadgehê ya pişt re biryarên xwe aşkera kirin, daxwaza girtina polîsê bersûc qebûl nekir û danişîn taloqî 6’ê Îlonê kirin. Dayik Nazmiye Şen bertek nîşanî vê biryarê da û wiha got: “7 sal in em li benda edaletê ne lê dîsa jî bersûc nehat girtin.”   SEROKÊ DADGEHÊ JI DAYIKÊ RE GOT ‘DERKEVE DERVE’   Serokê Dadgehê jî ji dayik Şen a bertek nîşan dan re got ku “Ka derkeve derve”. Parêzeran bertek nîşanî gotina serokê dadgehê dan. Parêzer Zeytûn ji serokê dadgehê re wiha got: “Hûn ji dayik û bavekî ku zarokên xwe windakirine re wisa tevbigerî. Hûn nikarin vê darizandinê bidomînin.” Di vê navberê de polîsê ku parazvanê serokê dadgehê bû xwest bi darê zorê parêzeran derxîne derve. Parêzeran bertek nîşanî polîs jî da û ji eywana danişînê derketin.