Partiyên siyasî û rêxistinên sivîl bi dozgerê girtîgehê re hevdîtin kirin 2022-04-05 16:42:08   ÎZMÎR - Şandeya ku ji HDP’ê ji rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê pêk hat, têkildarî binpêkirinên mafan ên girtiyan bi dozgerê ji Girtîgehên Tîpên F ên 1 û 2 yên Kiriklar û Menemenê berpirsyar re hevdîtin kirin.    Şandeya ku ji parlamenterên HDP’ê Fatma Kûrtûlan, Huseyîn Kaçmaz, Serpîl Kemalbay, Zuleyha Gulum, nûnerên Baroya Îzmîrê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) pêk tê, bi Dozgerê Komarê yê ji Girtîgehên Tîpên F ên 1 û 2 yên Kiriklar û Girtîgeha Menemenê berpirsyar re hevdîtin kirin. Şandeyê piştî hevdîtinê li avahiya Şaxa ÎHD’a Îzmîrê civîna çapemeniyê li dar xistin û têkildarî hevdîtinê agahî dan.    Parlamenterê HDP’ê Huseyîn Kaçmaz, bi lêv kir ku giliyên binpêkirinên mafan ên ji wan re hatine pêşkeşî dozger kirine. Kaçmaz, ragihand ku hevdîtin erênî derbas bûye û wiha got: “Weke HDP hevdîtinên ku me li vir dan destpêkirin em ê li hemû girtîgehan belav bikin. Ji ber ku pêkanînên desthilatê yên antî demokratîk li van saziyan zêde dibin.”   Pişt re Hevseroka Şaxa OHD’ê Şukran Ozturk axivî û wiha got: “Me weke saziyên sivîl ên civakî got ku em ê şopdarên binpêkirinên mafan ên li girtîgehan diqewimin bin. Ji bo binpêkirinên mafan ên ji niha û şunde biqewimin em ê serlêdanên pêwîst bikin û ji bo mewzuateke azadtir tişta ji destê me were em ê bikin.”   Her wiha di civînê de Endama Desteya Rêveber a Navenda Mafê Mirovan a Baroya Îzmîrê Busra Kaftan axivî û diyar kir ku hevdîtin wê bidomin.