Nahêlin kes bikeve gundê îşkence lê hatibû kirin 2022-04-05 17:01:30   ÊLIH - Walitiya Êlihê ketin û derketina welatiyan a gundê Timokê ku eskeran bi serdegirtinê îşkence li du welatiyan kiribûn, qedexe kir.    Walitiya Êlihê ketin û derketina welatiyan a gundê Timokê yê navçeya Hezoya Êlihê ku eskeran bi ser de girtibûn û îşkence li Yahya Karabaş û Sadûllah Karabaş kiribûn, qedexe kir. Şandeya ku Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz a qeyûm tayînî şûna wê hat kirin, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevseroka HDP’a Êlihê Hurriyet Kaytar jî di nav de xwest biçin li gund lêkolîn bikin lê eskerên li Qereqola Cendermeyan a Timokê bi hêceta qedexeya walitiyê destûr neda ku şande bikeve gund.    Fermandarê qereqolê ku biryara qedexeya walitiyê ya 7 rojan nîşanî şandeyê da, îdia kir ku ji ber operasyonên eskerî yên li herêmê didomin ev biryar hatiye wergirtin.    ‘QEDEXE DELÎLA ÎŞKENCEYÊ YE’   Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran a bertek nîşanî rewşê da, diyar kir ku armanca esas ya qedexekirinê veşartina îşkenceyê ye û wiha got: “Li vê derê îşkence li gundiyan kirin. Em dixwazin bi gundiyên ku îşkence lê hatiye kirin bibînin. Ji ber ku em ji jiyana gundiyan bifikar in dixwazin bi wan re bikevin têkiliyê. Ev biryara qedexeya 7 rojan nehiqûqî ye. Kesên dibin şirîkê vê bêhiqûqiyê wê li pêşberî darazê hesabê bidin. Ev qedexe delîla îşkenceyê ye. Em ê şopdarê vê yekê bin.”   Şande pişt re ji vir veqetiya û serdana Yahya Karabaş ê îşkence lê hatibû kirin û li navenda bajêr li cem xizmên xwe dimîne kirin.