Polîsan li pêşiya Mescîda Hz. Omer kon vedan: Bi kamerayê cemaetê aciz dikin 2022-04-06 09:06:45 STENBOL - Mele Îbrahîm Yalin diyar kir ku zextên li ser DÎAYDER'ê didomin û got, polîs cemaeta li Mescîda Hz. Omer nimêj dike aciz dikin.    Di 3'yê tîrmeha 2021'ê de polîsan avêtibû ser Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Dîndaran (DÎAYDER). Di serdegirtina komeleyê de 28 kes hatibûn binçavkirin. Ji kesên hatibûn binçavkirin 9 jê di 9'ê tîrmehê de hatibûn girtin û derbarê 23 kesan de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" îdianame hatibû amadekirin. Îdianame berî ku berpêşî dadgehê bê kirin serwîsî çapemeniya hewzê hatibû kirin. Ji ber ku ji endamên DÎAYDER'ê yek jê di Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de dixebitî, şaredarî hedef hatibû girtin. Ji ber vê Wezareta Karên Navxweyî li şaredariyê dest bi teftîşê kiribû. Paşê derbarê girtina DÎAYDER'ê de doz hatibû vekirin.    Her wiha bi vê re mescîdên ku endamên DÎAYDER'ê diçin jî hedef tên girtin. Ji van mescîdan yek jê jî li Taxa Guvercîn Tepe ya navçeya Başakşehîrê Mescîda Hz. Omer e. Kesên tên li vê mescîdê nimêj dikin, ji aliyê polîsan ve tên acizkirin.    ‘NE SÛC E'   Mele Îbrahîm Yalin ku di lêpirsîna derbarê komeleyê de hatibû binçavkirin, bal kişand ser zextên li ser komeleyê. Yalin, bilêv kir ku komele bi alîkariya xizanan hatiye tawanbarkirin û wiha got: "Desthilatê windakirina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hezm nekir. Dest bi gêrkirina keviran kir. Çawa qeyûm tayînî bajarên herêmê kirin, dixwaze tayinî vî aliyî jî bike. Xwedê mirov bi reng û zimanên cuda afirandiye. Li Stenbolê jî ji gelek ziman û rengan û dînî mirov hene. Em jî kurd û şafî ne. Çend gav bi şûn de mizgeft heye û li gor mezheba henefîtiyê nimêjê tê kirin. Em jî li mescûdên xwe xutbeyên xwe bi kurdî dixwînin. Ev ne sûc e. Ez nikarim xutbeyê bi kaxeza hinan bixwînim. Ev hem neheqiya li îmam e, hem jî neheqiya li cemaetê ye. Ev nabe ferz."   ‘POLÎS ROJÊ ÎNAN CEMAETÊ ACIZ DIKIN'   Yalin, destnîşan kir ku diyanet di gelek xutbeyan de cih dide argumanên siyasî û got: "Tenê mizgeft mabûn ku siyaset daxilî nava wan nehatibû kirin. Bila siyaset nekeve mizgeftan. Em gava li vira li gor mezheba şafî nimêjê dikin, em propagandaya kesî nakin."   Yalin, diyar kir ku piştî avêtiuna ser DÎAYDER'ê û hedefgirtina wê bi gelek prisgirêkan re rû bi rû mane û got: "Piştî operasyonê zext dewam kirin. Her în du polîs tên ber deriyê mescîdê. Wesayîta xwe disekinîn û di hundirê wesayîtê de kesên dikevin mescîdê bi kamerayê qeyd dikin. Çi heqê wan û titşekî wiha heye? Bila werin bi me r eîbadetê bikin. Li vira tiştekî îllegal tune ye. Xwedê û pêxember û Qur'an çi emir kiribe, li vir ew tê kirin."    POLÎS ÎBADETÊ ASTENG DIKIN   Yalin, anî ziman ku nizanin bê ka derbarê wan û mescîda wan de lêpirsînek heye yan na û got: "Gava tu kurd bî polîs her tiştî ji xwe re mubah dibînin. Ma heqê wan heye ku bên vira û bi kamerayê qeydê bikin? Mirov ji bo nimêjê tên vira. Ji înê heya înê tên vir animêjê dikin. Bi vî awayî dixwazin cemaetê çavtirsandî bikin. Ji ber vê cemaet jî êdî nayê. Gelek kesên dihatin gava dîtin polîs bi kamerayê dîmenên wan digirin, hew hatin. Her wiha em îmaman jî peyda nakin ji bo bên li pêşiya cemaetê nimêjê bikin. Ji lew re edalet nemaye. Tên îmaman digirin."    Yalin got: "Li vira bi dehan mescîd hene, bi tu prisgirêkê re rû bi rû namînin û bi rihetê îbadet tê kirin. Em jî dixwazin îbadeta xwe bi vî awayî bikin. Li vira mescîdên ku ji bo DAIŞ'a barbar kesan digihînin jî bi tu pirsgirêkan re rû bi rû namînin. Ew çalak in, lê em ji ber ku em kurd û şafî ne, tên astengkirin."    Yalin, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ta tê kirin zilm e û got: "Polîs bên jî neyên jî em ê li vira îbadeta xwe bikin."    MA/ Mehmet Aslan