Şaredariyê bi gundiyan borî da stendin lê av neda 2022-04-06 09:13:25 DERSIM - Şaredariyê bi şêniyên Malên Kûrûsipiyê yên girêdayî navenda Dersimê boriya avê stend, lê dîsa jî av neda şêniyên Kûrûsipiyê.    Bi salan e şêniyên Malên Kûrûsipiyê yên girêdayî Taxa Sihenkê ya Dersimê bi pirsgirêka avê re rû bi rû ne. Welatiyên ku nêzî 10 sal in bi vê pirsgirêkê re rû bi rû ne, her sal serî li Şaredariya Dersimê didin. Lê belê heya niha meseleya avê ya gundiyan nehatiye çareserkirin. Herî dawî havîna borî gava ji ber hişkesaliyê kaniya gund bi temamî miçiqî, gundî cardin serî li şaredariyê dabûn.    ŞAREDARÎ: DERFETÊN ME TUNE NE!   Ji şêniyên gund Askar Kiliç ku wî û çend gundiyan hevdîtin bi Şaredarê Dersimê re kiribû got: "Me got ava gundê me tune ye. Şaredar got, 'derfetên em tune ye, deynê şaredariyê heye. Hûn boriyan bitsînin, em ê bi kesy bikin û avê bînin.' Me borî stend, lê salake e borî li meydanê ne."    Kiliç, destnîşan kir ku par havînê piştî kanî miçiqiye bi tankêrên avê av kişandine gund û got: "Ava me tune ye, em zehmtiyê dikişînin. Îsal ji ber ku berf bariya hinekî diherike, lê havînê ziwa dibe. Par havînê qet neherikî. Îsal gel av neyê gund em ê koç bikin. Em koç bikin em ê biçin ku nizanim."    KOÇBERÎ   Aydin Coşkûn jî destnîşan kir ku bi salan e bi vê meseleyê re rû bi rû ne û par ji ber ku kanî bi temamî ziwa bûye ji neçarî heywanên xwe birine navenda bajêr û Çemê Dînarê. Coşkûn diyar kir ku Çemê Dînarê dûrî gund e, ji ber vê çend heywanên wî mirine û got: "Em diçin cem hin kesan, dibêjin 'ha îro, ha sibê.' Bi salan e wisa dikin. Her cara em diçin cem şaredar, dibêje 'Hûn gundî piştgiriya me bikin.' Em gundî em çûn bi 120 hezar TL'yî borî stend. Lê nayên bi keys nakin. Saleke borî li holê ne. Ger îsal av neyê em ê koç bikin. Em ji gund derên bira şaredar were rûnê. Bila were vê bêavêtiyê bibîne, bê ê çi bike."    Têkildarî meseleyê me telefonî Şaredariya Dersimê kir. Midûrê Karên Av û Kanalîzasyonê Bulent Yeşîlgoz got: "Par payizê ji bo projeya avê ya herêma Kûrûsipiyê xebatên bicihkirina boriyên avê dest pê kir. Lê ji ber şert û mercên demsalê me nikaribû idomîne. Ji ber ku zemîn herî bû, xebat hê jî dest pê nekirine. Lê em hewl didin di nêz de bidomînin. Em hewl didin vê xebatê heya dawiya salê temam bikin û meseleya avê ya herêmê çareser bikin."    MA / Cengîz Ozbasar