Karataş ê ÎHD'î: Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye 2022-04-06 09:13:57 WAN - Serokê ÎHD'ê ya Şaxa Wanê Mehmet Karataş, bibîr xist ku tecrîd sûcê herî mezin ê li hemberî mafê mirovan e û dewlet bi tecrîda li ser Ocalan qanûna xwe ya bingehîn dieciqîne.  Ji 25'ê Adara 2021'ê ve tu xeber ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 24 sal in li Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê bi awayekî girankirî tê tecrîdkirin, nayê girtin. Serokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Wanê Mehmet Karataş destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan "sûcê herî mezin ên li hemberî mirovahiyê ye" û got, astengiya herî mezin a li ber meseleya kurdî jî tecrîda li ser Ocalan e.    SÛCÊ LI HEMBERÎ MIROVAHIYÊ: TECRÎD   Karataş, bilêv kir ku tecrîda li ser Ocalan sûcê li dijî mirovahiyê ye û welatr nikare derî qanûnên xwe bi polîtîkayeke cihêkarî û taybet nêzî girtiyekî bibe û got: "Tecrîd sûcê herî mezin ê li hemberî mafên mirovan e. Li welatê me divê li tu girtiyan muameleyeke taybet neyê kirin. Kesên welêt bi rê ve dibin divê li gor rêgeza wekheviyê ya qanûnê tevbigerin. Birêz Ocalan ji sala 1999'an ve girtiye û ji sala 2010'an ve polîtîkayeke tecrîdê ketiye dewrê. Pêşî hevdîtinên bi parêzeran re hatin qedexekirin, paşê hevdîtinên bi malbatê re hatin bisînorkirin. Ji wê çaxê heya niha tecrîd kûrtir dibe."    ‘TU HÊLEKE HIQÛQÎ YA TECRÎD TUNE YE'   Karataş, destnîşan kir ku tu hêleke hiqûqî ya tecrîda li ser Ocalan tê pêkanîn tune ye û got: "Tu hêleke qedexekirina hevdîtina bi parêzeran û mlabatê re tune ye. Tirkiye bi vî awayî qanûna xwe ya biungehîn dieciqîne. Piştî tecrîda li ser Ocalan, ev yek li tevahiya girtîgehan belav kirin."    Karataş, destnîşan kir ku astengiya herî mezin a li ber çareserkirina meseleya kurdî jî tecrîd e û Tirkiye ji ber tecrîdê di warê mafên mirovan de di polê de maye. Karataş got: "Mixabin li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn gelek binpêkirinên mafan hene. Bi tecrîdê re meseleya kurdî ber bi neçareserkirinekê ve diçe. Sedema neçareserkirina meseleya kurdî jî tecrîda li ser Ocalan e. Ji lew re tecrîda li ser Ocalan sîrayetî tevahiya girtîgehan dike û ji wir jî li nava civakê belav dibe. Ji bo pêşîlêgirtina binpêkirina mafan divê tecrîd bi dawî bibe."    Karataş, ji bo bidawîkirina tecrîdê bang li Wezareta Dadê kir û got, divê wezaret êdî berpirsiyariya xwe ya di vî warî de bîne cih, ji lew re bi ranekirina tecrîdê re sûcê dike.