Muslim: Ji bilî berxwedanê çi rê li ber me nînin 2022-04-06 09:14:43 RIHA - Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD’ê Salih Muslim, bertek nîşanî bêdengiya dewletên li hemberî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û got: "Tirkiye li Rojava êrişî hemû kurdan dike. Em ê li hemberî êrişan rêxistina xwe xurt bikin û li ber xwe bidin. Ji bilî berxwedanê li ber me çi rê nîne." Êrişên Tirkiyeyê yên hewayî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Tirkiye di çar rojên ewil ên meha Nîsanê de 4 caran bi SÎHA'yan êriş birin ser herêmê û di van êrişan de 8 kes birîndar bûn. Di 1'ê Nîsanê de êriş bir ser wesayîtekê û di vê êrişê de hunermend Ferhadê Merdê ji tê de 2 kes birîndar bûn kesekî jiyana xwe ji dest da. Piştî vê êrişê bi rojekê li navçeya Zirgan a Hesekê 10 gund hatin bombebarankirin û di vê bombeberanê de jî welatiyek birîndar bû. Di heman rojê de êrişî wesayîteke din jî hat kirin ku di wesayîtê de endamê Fermandarîya Meclîsa Leşkerî ya Suryanî Orm Marûkî hebû. Maruk û wergerê pê re birîndar bûn. Herî dawî di 4'ê Nîsanê de gundê Zîrgana cardin hat bombeberankirin û di vê bombebaranê de jî 3 kes birîndar bûn.   Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD’ê Salih Muslim, bêdengiya qada navdewletî ya li hemberî êrişan rexne kir û êrişên tên kirin nirxandin.  ÊRIŞ DIDOMIN   Muslim, bibîr xist ku êrişên dewleta Tirkiyeyê ev demek dirêj e berdewam dikin û ji bo armanca van êrişan got: "Êrişên dewleta tirk ji 2019'an heya niha nesekinîne. Pîşti êrişên li ser Serêkaniyê û Girê Spî, êriş tu carî nesekinîn. Du agirbest hatin îmzekirin; yek bi ABD'ê re, yek jê jî bi Ûris re. Lê dîsa jî êriş heya îro nehatine sekinandin. Êriş carinan zêde dibin carinan jî kêm dibin, lê tu carî nehatine rawestandin. Tu carî ji peymanan re rêz nehatiye girtin. Ji pîvanên ehlaqî re jî rêz nayê girtin. Her roj mirov tên kuştin. Li Qamişlo Yûsif Gulo yê 82 salî tevî 2 nevîyên xwe hat kuştin. Li Kobanê 5 ciwan hatin kuştin. Her roj gundê me tên bombebarankirin. Ev hovîtiya faşîzma tirka dide xuyakirin. Ne tenê gelê kurd, dixwazin hemû gelên herêmê qir bikin. Di 4'ê Nîsanê de êriş birin ser gelê suryanî. Di vê êrişê de kesekî jiyana xwe ji dest da. Di êrişê de hunermend Ferhadê Merdê birîndar bû. Merdê diçû pîrozbahiya eyda gelê suryanî Ekîto. Ev hovîtî tu carî nesekinîye."   'ARMANC VALAKIRINA HERÊMÊ YE'   Muslim, anî ziman ku armanca êrişan valakirina herêmê ye û got: "Dixwazin gel ji herêmê derkevin û cih û warên xwe biterikenin. Dixwazin di navbera gelê kurd û gelên din de dijminatiyê çêbikin. Êrişên ne li ber çavan jî hene. Endamên DAIŞ'ê rojane tên girtin û dibêjin me perwerde ji tirkî girtiye. Dibêjin, li cihê dewleta tirk dagirkirî cihên me yên perwerdeyê hene. Ev êriş tevahî ye. Ev êriş û hovîtî ji 2014'an heya îro berdewam dikin."   'ŞERÊ BERJEWENDIYAN'   Muslim, bertek nîşanî bêdengiya dewletan a li hemberî êrişan jî da. Muslim di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt gotin: "Agirbest hatin îmzakirin, lê ji bo hesabên wan ên li Sûriyeyê li hev nekevin, ne xema wan e kurd hatine kuştin an jî jî qirkirin. Tu carî ji bo parastina kurdan xwe amade nekirine. Berjewendiyên wan bi dewleta tirk re hene. Hêzên di bin kontrola dewleta tirk de niha li gelek dewletên cîhanê di êrişan de tên bikaranîn. Ûkrayna, Azerbêcan, Lîbya û hwd. Li her cihî bi hev re ne. Kurd ne xema wan in. Barê giran dikeve ser milê me. Em çi qasî dikarin xwe biparêzin? Em çawa dikarin êrişan vala derxînin? Em pişta xwe nadin dewletên navneteweyî ji ber ku ew li berjewendîyê xwe mêze dikin."   'KURD TUNE TEN HESIBANDIN'    Muslim bal kişand ser bêdengiya dewleta Sûriyeyê jî û got: "Îro em parçeyek ji dewleta Surî ne. Dewleta Surî heya niha ji bo sekinandina êrişan tiştek nekiriye. Tu kes hebûna ma qebûl nake, hebûna kurda nayê qebûlkirin. Pirsgirêk di vir de ye. Dema hebûna kurdan hatibûna qebûlkirin wê demê me karîbû bêje wê tiştek çêbe, lê hebûna kurda nayê qebûlkirin. Rûsya êrişî Ûkrayna dike, hemû dewletê Evropayê radibin ser lingan, nerazîbûna xwe tînin ziman. Dibêjin qanûnên navneteweyî hene. Ev qanûnên navneteweyî tenê ne ji bo neteweyekê, tenê ne ji bo dewletekê ne. Lê ji bo kurdan tu kes lê xwedî dernakeve. Êriş li ser kurdên Başûr jî dibin, dewleta Iraqê jî tiştekî nake. Ji ber ku statûyek tune ye, em nikarin ji dewletên navneteweyî re bibêjin em dibin êrîşan de ne."    'TENÊ DIBÊJIN EM XEMGÎN IN'    Muslim, da zanîn ku Rêvebiriya Xweser hemû êrişên tên kirin dike rapor û ji bo vê ev tişt gotin: "Saziyên me hene, van êrişan dikin rapor. Çi aliyên rêveberî bi wan re rûnên, ew van raporan digihînin wan. Li her derî tînin ziman. Lê ew alî tim dibêjin 'em pir xemgîn in, tiştên dibin ne rast in.' Wisa dibêjin lê di pratîkê de tiştekî nakin. Ji ber ku yên vî şerî bi rê ve dibin hêzê hegemon in û bi faşîzma tirk re jî berjewendiyên wan hene. Maye li ser me, em dikarin çi bikin? Em ê kê giliyê kê bikin? Ev sûç li dijî mirovahiyê ye, lê saziyên navdewletî dimeyzenîn. Li DMME'yê pir şertên zehmet hene. Tirkî ev qasi li DMME'yê tê darizandin lê mafê me tune em gilî bikin. Ji ber ku em ne di Yekîtîya Ewropayê de ne. Qebûl nakin. Dema ji tirkî serlêdan tên kirin pêşî dozgerîyê herêmî hemû serlêdanan dikin. Kesên ku di êrişê de jiyana xwe ji dest dan, dê malbatê wan wê dozê herêmî li kê vekin? Dewlet dikarin serlêdana bikin. Dema em serlêdan dikin dibêjin 'Hun kî ne?' hebûna kurdan nayê qebûlkirin. Ji ber wê êriş li ba dewleta tirk dîmînin. Lê hema gişt qeydkirî ne. Em dikin rapor. Ku roj hat, bê guman em ê hesabê wan êrişan bbipirsin. "   'GEL TOLHILDAN DIXWAZE'    Muslim, di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku gelê Rêvebiriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî ji ber van êrişan pir qehiriye û bi vî awayî dawî li axaftina xwe anî: "Gel hêviya xwe di hêzê xwe de dibîne. Gel derdê xwe ji şandeyê ji derve tên re dibêjin. Gel giş dixwaze tola wan were hildan. Gel hênik nabe heya gel venegere warê xwe. Êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî, êrişên li ser hemû kurdan in. Dibînin ku li Rojava îro projeyek heye, 4 parçeyên Kurdistanê pişgiriyê dide vê projeyê. Tirkî ji bo wê hêrs dibe û êriş dike. Ne tenê ji kurdên Rojava, dixwazin bi êrişan heyfê ji tevahiya kurdan hilînin. Êrişên li Bakur jî hene, Başûr jî hene. Gele me divê rêxistina xwe xurt bike. Divê gelê me di vê hişmendîyê de be. Em çi qasî xwe birêxistin bikin, çi qasî têkiliyên me çêbibin em ê ew qasî li ber xw ebidin. Ji ber ku ji bilî berxwedanê çu rê li ber me nîn e."   MA / Emrûllah Acar