Chomsky piştgirî da kampanyaya azadiya Ocalan 2022-04-06 09:16:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Feylosofê navdar Noam Chomsky piştgirî da kampanyaya ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: “Ez ji bo vê piştgiriyê gelek kêfxweş im.”   Feylosof, Dîroknas û Zimanzanê Emerîkî Noam Chomsky piştgirî da kampanyaya ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. Komiteya Azadiya Ocalan a Başûrê Kurdistanê di roja 15’ê Sibata 2022’yan de, di 23’yemîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan de ji bo azadiya wî dest bi kampanyayeke berfireh kiribû.   Heta niha 10 partî û aliyên siyasî yên başûrê Kurdistanê tevli vê  kampanyayê bûne û piştgirî dane. Her wiha bi sedan rewşenbîrên başûrê Kurdistanê jî piştgirî dane.    Noam Chomsky bi peyamek taybet piştgiriya xwe ya ji bo kampanyayê ragihand û di peyama xwe de kêfxweşiya xwe ya ji bo tevlibûna kampanyayê anî ziman û got: “Ez ji bo vê piştgiriyê gelek kêfxweş im.”   Li gorî Komîteya Azadî ji Ocalan re, heta niha bi sedan rewşenbîr, akademîsyen, mamostayên zanîngehê, hunermend, siyasetmedar, parlmanter, nivîskar, aktîvîstên medenî tevlî kampanyayê bûne. Tê payîn ku di demek nêzîk de encama vê kampanyayê ji raya giştî re were ragihandin.