Li ser xeta sînorê Başûr sewqiyeta leşkerî 2022-04-06 12:03:57   COLEMÊRG - Amadekariyên Tirkiyeyê yên ji bo operasyoneke li dijî Herêma Kurdistanê berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de ber bi gelek gundên ser sînorê Başûr ve sewqiyeta leşkerî hate kirin.    Tirkiye ji bo ku li dijî herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê operasyoneke nû bide destpêkirin, haziriyan dike. Tê gotin ku operasyon dê bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bê kirin. Di vê çarçoveyê de bi rojane ber bi gundên navçeya Çelê ya Colemêrgê ve sewqiyeta leşkerî tê kirin û li ser xeta sînor leşker û wesayîtên zirxî tên bicihkirin.   LIV Û TEVGERA LEŞKERÎ   Li gorî agahiyan, şevê din li ser xeta sînor liv û tevgereke zêde ya leşkeran hebû. Helîkopterên ku ji gundên Zawîte, Aşûtê û Gêmanê yên Çelê, ji gundê Elemûnê yê Bêşebabê û ji herêma Siwara Kotra ya di navbera Şirnex-Colemêrgê de rabûyîn, ber bi Herêma Kurdistanê ve çûn. Çavkaniyan da zanîn ku leşkerên bi helîkopteran hatine veguhestin, li baregehên leşkerî yên li gundên Bêduhê û Orê yên Başûr hatine bicihkirin.    Liv û tevgera leşkerî ya li herêmê berdewam e.