Bergiriya qeyûm a qenalîzasyonê: Kevir, lastîk, qove 2022-04-06 12:23:33   MÊRDÎN - Şaredariya Qoserê ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin, ji bo çal û kortên qenalîzasyonê bi kevir, lastîk û tenekeyan bergiriyan digire.    Rêyên ku li navçeya Qoser a Mêrdînê ji aliyê rêveberiya qeyûm ve nayên sererastkirin ji welatiyan re zehmetî derdixin. Li taxa Ataturk a li navçeyê, bi salan e li kolana sereke gelek çal û kort peyda bûne. Hatiye wê astê ku mirov bi wesayîtan nikare ji çal û kortan derbas bibe. Ji ber ku ser çalên qenalîzasyonê jî vekirî hatine hiştin rojên ku baran nebare jî av ji kolanê kêm nabe. Rexmî vê rewşê jî ji bo çalên qenalîzasyonê ji bo hişyariyên tu nîşan nehatine danîn.    Şaredariyê, weke bergirî kevir, tekerlekên wesayîtan û qovên çopê daniye ber çalên qenalîzasyonê. Esnafê taxê Bayram Dogan, bertek nîşanî rewşê da û ev tişt got: "3-4 meh e em di vî halî de ne. Em di nav toz û heriyê de ne. Li holê ne şaredarî heye ne jî hin kesên din. Dema ku wesayît derbas dibin ji ber çal û kortan plaqe û qaportayên wan ji wan dikevin. Navê şaredariyê heye lê ew bixwe tune ye.