Doza SES’ê: Xebatên me yên sendîkayê hatine îlegelîzekirin 2022-04-06 15:46:55   ENQERE - Danişîna doza rêveber û endamên SES’ê hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya SES’ê Gonul Erden a girtî tê darizandin diyar kir ku xebatên wan sendîkayê hatine îlegalîzekirin.    Danişîna ewil a doza Hevseroka Giştî û endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) jî di nav de derbarê 8 kesan de hatiye vekirin, li Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya 22’yemîn hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya SES’ê Selma Atabey, Hevseroka Giştî ya SES’ê ya berê Gonul Erden, Hevseroka Giştî ya SES’ê ya berê Bedriye Yorgun, endamên MYK’a SES’ê Belkis Yurtsever, Fîkret Çaglayan, rêveberên berê yên SES’ê ya Şaxa Enqereyê Rona Temellî, Erdal Turan û Ramazan Taş bi îdiaya “rêveberiya rêxistinê”, “endamtiya rêxistinê” û “propaganda rêxistinê” tên darizandin. Gonul Erden tenê di çarçoveya dozê de girtî tê darizandin.   Gelek siyasetmedar û kesayet û nûnerên saziyên biyanî, parlamenter û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl tevli danişînê bûn. Gelek parêzer jî li eywana danişînê amade bûn û danişînê bi tespîta nasnameyan dest pê kir.    Parêzerên dozê di danişînê de axivîn û behsa sextebûn û komploya dozê çawa hatiye birêvebirin kirin. Parêzeran xwest delîl ji dosyeyê bên derxistin.    Dozger li dijî daxwaza parêzeran mutalaya xwe eşkere kir û daxwaza delîlan ku ji dosyeyê bên derxistin red kir.    ‘JI BER MUXALÎFIYÊ DIBE ARMANC’    Gonul Erden di danişînê de axivî û bi bîr xist ku ew endama SES’ê ye û beriya du serdaman jî hevserokatiya giştî ya SES’ê kiriye. Erden diyar kir ku teqez ew qebûl nakin ku sendîkaya wan di çarçoveya fermanên rêxstinê de xebat kiriye û ew xebatên xwe li gorî rê û rêbazên sendîkayî û prensîbên sendîkayê xebatên xwe dike. Erden got sendîkaya wan SES sendîkayek muxalîf e û ji ber nasnameya xwe ya muxalifiyê bi van tawanbariya re rûbirû maye.    XEBATÊN WAN HATINE ÎLEGALÎZEKIRIN    Erden detnîşan kir ku wan hemû xebatên xwe eşkere û zelal bi rê ve birine û ew xizmeta qada tenduristiyê û civakî dikin. Erden anî ziman ku xebatên wan ji ber xebatên sendîkayek muxalîf e hemû xebatên wan hatine îlegelazîkirin. Erden derbarê tawanbariyên di îdianameyê de cih digirin de jî axivî û wan çi xebat kiriye ji raya giştî re eşkere kirine û beşek daxuyaniyan di dosyeyê de bicih kirine. Erden got wan di pêvajoya pandemiyê de ji bo tenduristiya gel xizmet û xebat kirine.    HIŞYARÎ DA HEYETA BIYANΠ   Di  kêliya Erden diaxivî de serokê dadgehê heyeta biyanî ya li eywanê ku ji wan re wergera axaftinê dihat kirin hişyar kir. Serokê dadgehê got wergêra ji bo şandeya biyanî wî eleqedar nake.    ÎFADEYÊN ŞAHIDAN RED KIR    Erden destnîşan kir ku ew ne delegeya KCD’ê û HDK’ê ye û di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser tawanbariya ji belgeyên li mala wê hatine desteserkirin ku di dosyeyê de hatine bicihkirin. Erden anî ziman ku dayika wê ji ber koronayê wefat kiriye û pêvajoya şîna dayika xwe di girtîgehê de derbas kiriye. Erden destnîşan kir ku îfadeya ku şahidê veşarî û şahidê nav eşkere li ser wê dane red dike û xwest bê berdan.    XWESTIN ERDEN BÊ BERDAN   Pişt re parêzerê Erden, Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan parastina miwekîla xwe kir û xwest miwekîla wî bê berdan. Parêzer Sevînç Hocaogullari jî axivî û xwest Gonul Erden bê berdan.    Birayê Erden, Zulfikar Erden jî parastina xwişka xwe kir û destnîşan kir ku destmala di destê xwişka wî de bûye hêceta girtinê û xwest bê berdan.    ŞAHID DIBÊJE ‘NIZANIM’    Pişt re ji şahidê nav eşkere Kerem Gokalp pirs hatin kirin û Gokalp got ew di sala 2015’an de ji rêxitinê veqetiyaye û tu agahiyê wî derbarê sendîka û partiyên siyasî ku alîkariya rêxistinê kirine de nîne.    Zulfikar Erden destnîşan kir ku di dosyeyê de tu tiştek hiqûqî nîne û dosye bi xwe li dijî hiqûqê hatiye amadekirin.    Danişîn bi parastina Hevseroka Giştîya SES’ê Selma Atabey berdewam dike.