Rêxistinên hiqûqê yên navneteweyî ji bo Îmraliyê serî li CPT'yê dan 2022-04-06 19:05:59   STENBOL - Rêxistinên hiqûqê yên navneteweyî ji bo Girtîgeha Îmraliyê serî li CPT'yê dan. Rêxistinên hiqûqê xwestin CPT demildest biçe Îmraliyê.    Rêxistinên hiqûqê yên navneteweyî ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê di Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê de bi awayekî girankirî tê tecrîdkirin, ketin nav liv û tevgerê. Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Demokrasiyê ya Ewropayê (European Assocation of Lawyers For Democracy & World Human Rights-ELDH), Parêzerên Ji Bo Parêzeran (Lawyers For Lawyers) û AED, ji bo Îmraliyê serî li Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) dan.    Di serlêdanê de hat xwestin ku CPT demildest serdana Girtîgeha Îmraliyê bike û ji bo parêzer dmeildest hevdîtinê bi muwekîlên xwe re bikin demildest tyêkeve nav liv û tevgerê.