ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2022'YAN 2022-04-07 09:00:21 * Endamê HDP'ê Musa Çîftçî yê li Hewlêrê ji aliyê Asayîşa PDK'ê ve hatibû binçavkirin û piştî 28 rojan hatibû berdan got: “Bi awayek çavgirtî û dest kelemçekirî îfadeya min girtin. Ev pêkanîn li tu deverên cîhanê nehatiye dîtin.”  * Endama Komîsyona Hiqûqê ya ÎHD'a Amedê parêzer Derya Yildirim, diyar kir ku polîtîkayên bêcezahiştinê yên li erdnîgariya kurdan tên meşandin dibe sedem ku polis û leşker kurdan bikujin.     * Veysel Îlhan ku di 17 saliya xwe de hatibû girtin û di 47 saliya xwe de ji girtîgehê derket, bal kişand ser têkoşîna gelê kurd û got: "Em tu carî hêvîşikestî nebûn."   * Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê dê kampanyaya şitildanînê ya li dijî talankirina qadên daristanê û xwezayê, bike kampanyayeke berdewamî.   * Hevseroka TÛHAY-DER a Şaxa Wanê Edîbe Babûr diyar kir ku mirinên bi guman ên li girtîgehan zêde dibin û bang li desthilatê kir ku dawî li vî tiştî bîne.   * Mevlude Yimaz ku xaniyê wê yê li Ben û Senê hat xerakirin, got: "Dewletê ew ji me stend, bû malê dewletê û niha ev der kirine çol û çeper."    * Dr. Kamûran Berwarî planên operasyoneke nû yên PDK-Tirkiyeyê wekî "dagirkeriyê" pênase kirin û got, armanc jiholêrakirina hemû destkeftiyên kurdan e.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 395'emîn de berdewam bike.    * Danişîna 6 rojnamevanên ji doza rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî tên darizandin dê li Dadgeha Çaglayana Stenbolê bê lidarxistin. (09.30)   * Danişîna 11'emîn a Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)   * Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay dê li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapameniyê ya heftane li dar bixe. (11.00) ZINDÎ   * Karkerên endamên Enerjî-Senê yên ji kar hatine avêtin, dê li ber Midûriyeta Giştî ya Ceyranê ya Başkentê daxuyanî bidin. (12.30)   * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin dê li Amed, Wan û Îzmîrê berdewam bike. (13.00-16.00) ZINDÎ