Çîftçî: Li Hewlêrê çavgirtî û dest kelemçekirî îfadeya min girtin 2022-04-07 09:04:10 NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê HDP'ê Musa Çîftçî yê li Hewlêrê ji aliyê Asayîşa PDK'ê ve hatibû binçavkirin û piştî 28 rojan hatibû berdan got: “Bi awayek çavgirtî û dest kelemçekirî îfadeya min girtin. Ev pêkanîn li tu deverên cîhanê nehatiye dîtin.”  Li Herêma Kurdistanê polîtîkayên Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) li dijî bêdengkirina muxalîfan berdewam dike. Di demên dawî de zext, êrîş, binçavkirin û gefên li dijî endamên HDP'ê zêde bûne. Herî dawî endamê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûsa Çîftçî yê li Silêmaniyê dijiya, berî mehekê ji bo malbata xwe bigire çûbû Hewlêrê, lê ji aliyê Asayîşa PDK ve hatibû binçavkirin. Çîftçî, piştî ku 28 rojan di binçavan de mabû, di 4'ê nîsanê de serbest hat berdan. Çîftçî têkîldarî pêkanîn û muammeleyên hatine serê wî ji ajansa me re axivî.    ÇAVGIRTÎ Û DEST KELEMÇEKIRÎ ÎFADEYA WÎ HATIN GIRTIN    Çîftçî, bi bîr xist ku beriya ew biçe Herêma kurdistanê li Tirkiyeyê gelek caran hatiye binçavkirin. Çîfçtî da zanîn ku lê cara yêkeme li Herêma Kurdistanê rastî nêzîkatiyeke wiha tê û wiha got: “Ez beriya niha li Tirkiyeyê gelek caran hatim binçavkirin. Bi giştî 5 salan di girtîgehê de mam. Di her girtinekî de ez rastî îşkence, heqeret û muameleya xerab hatim. Lê min li başûr tiştê ku dît, tu caran neditiye. Bi awayek çavgirtî û destê min kelemçekirî îfadeya min hat girtin. Bi min re nêzî 700-800 kes bi heman awayî di binçavan de bûn. Hemû kesên ku bi sûcên cuda hatibûn binçavkirin, di heman cihî de dihatin girtin. Em 140 kes di heman nezaretxaneyê de dihatin girtin. Mirovan cihê razanê nedidît. Pêkanînên 12'ê Îlonê yên li Tirkiyeyê jî ne wisa bûn. Li tu derê dinyayê tişteke wiha heta niha nehatiye dîtin û ez bawer nakim ku tiştekî wiha hebe. Lêpirsîna min bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatiye vekirin. Li Tirkiyeyê jî bi heman sedemê ez hatibûm binçavkirin."    'HEMAN PÊKANÎNAN LI HEMBERÎ ENDAMÊN XWE JÎ PÊK TÎNIN'    Çiftçî, anî ziman ku PDK'ê li herêmê polîtîkayên tirsê xistine dewrê û li dijî gelê xwe polîtîkayeke şer daye destêkirin û wiha domand: "PDK ne tenê li hemberî endamên HDP’ê ye, helbet ji bo endamên HDP’ê pêkanînên taybet pêk tîne. PDK heta ku endamên xwe jî binçav dike. Ew di tirsek mezin de ye û bi her awayî vê yekê nîşan dide. Ew vê tirsê li ser gelê xwe ferz dike. Heke di nava endamên partiya wê de jî dengê dijber û helwesteke rexnegir hebe, heman muamele dike. Niha ji bo dilxweşkirina Tirkiyeyê yan ji ji tirsê ye nizanim. Lê ya rast ew e ku zextek cidî heye."    'PÊŞMERGE Û ZAROKÊN ŞEHÎDAN JÎ DI BINÇAVAN DE NE’    Çîftçî, diyar kir ku kesên bi salane di binçavan de tên girtin hebûn û got: "Di nav van kesan de pêşmerge jî hene, endamên asayîşê hene, zarokên şehîdên pêşmerge yên di şer û pevçûnan de jiyana xwe ji dest dabûn û şehîdên wan hene hebûn. Ez beriya niha rastî îşkenceyek nehatime. Lê ev cara yekê ye ku ez tiştekî wiha dibînim. Divê ev yeke bê teşhîrkirin. Ez bawer nakim ku di rêxistinek, rêveberiyek û çanda eşîrî de jî tiştekî wisa hebe. Mirovek çawa dikare li hemberî gelê xwe, xizm û derdora xwe tişteke wisa bike? Trajediyek mezin bû. Divê ev yek bi serê xwe li ser mirovên ku li wir bûn yek bi yek were hildan û kifş kirin. Kesên ku 4 sal beriya niha di çalakiyan de hatine binçavkirin hene û ev 4 sal in di binçavan de ne. Ev kes ne di girtîgehê de ne, di binçavan de ne. Ew tiştê ku min bi çavê xwe ditin bi çend peyvan nayê şîrovekirin."    MA / Zeynep Durgut