Li Şirnexê gur ketin nava kêriyekî pez 2022-04-07 10:45:20   ŞIRNEX - Li Şirnexê gur ketin nava kêriyekî pez, 96 mih mirar bûn.     Li qada Şerîvan a girêdayî herêma Besta ya Şirnexê, duh bi şev revdegurgek kete nava keriyê pez. Hate diyarkirin ku tevî mudaxileya şivanan jî 96 mih mirar bûne.