Derbarê rojnamevan Onver de îdianame hat amadekirin 2022-04-07 11:52:17   WAN - Derbarê rojnamevan Rabîa Onver de bi hêceta parvekirinên wê yên li ser medya dîjîtal îdianame hat amadekirin.    Serdozgeriya Komarê ya Geverê derbarê nûçegîhana Jinnewsê Rabîa Onver de ji ber parvekirinên wê yên li ser medya dijîtal bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kiriye” di çarçoveya lêpirsîna daye destpêkirin de îdianame amade kir.  Di çarçoveya lêpirsîna hat destpêkirin de di 1’ê Adarê de li Muduriyeta Polîsan a Geverê îfadeya Onverê hatibû girtin û jê derbarê parvekirinên wê yên li ser medyaya dijîtal ên têkildarî 3 siyasetmedarên jin ên kurd ku li Parîsê hatibûn kuştin û Roboskê de pirs hatibûn kirin. Flamayên kesk û sor ên welatiyan hilgirtin weke sûc hate nîşandan.    Îdanameya ku Serdozgeriya Komarê ya Geverê amade kiriye, ji ber ku Onver di dema parvekirinên xwe de li Wanê bûye ji 1’emîn  Dadgeha Cezayê Giran a Wanê re hat şandin.