Girtî Mehmet Sevînç jiyana xwe ji dest da 2022-04-07 12:10:46 MANÎSA - Mehmet Sevînç ê li Girtîgeha Akhîsarê ku xwîn rijiyabû ser mêjiyê wî, jiyana xwe ji dest da.    Mehmet Sevînç ê li Girtîgeha Akhîsara Manîsayê girtîbû şeva 3’yê nîsanê xwîn rijiyabû ser mêjiyê wî û  tê îdiakirin ku gardiyanan nîvê şevê wî bi awayek ku ji ser hişê xwe ve çûbû dîtiye. Sevînç ji bo tedawiyê rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Akhîsarê û bi hêceta xwîn rijiyaye ser mêjiyê hat emeliyatkirin.    DÊ OTOPSÎ BÊ KIRIN    Malbat çend roj bû li ber nexweşxaneyê disekinî. Leşker îro saet di 11.00’an de hatin agahî dan malbatê ku Sevînç jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê wî ji bo otopsiyê rakirin morga nexweşxaneyê.    ‘WÎ AVÊTIN HUCREYÊ Û KUŞTIN’    Keça Sevînç, Bêrîvan Sevînç agahî da ajansa me û wiha got: “Bavê min avêtibûn hucreya yek kesî û di wir de wî kuştin. Tu agahiyê nadin me. Çima miriye, çi hatiye serê wî ji me re nabêjin. Xebara mirina wî jî ne doktor leşker tên didin me.”    DI SALA 1992’YAN DE TÊ GIRTIN    Mehmet Sevînç (63) di sala 1992’yan de li Êlihê tê girtin û pişt re bi hêcetên siyasî cezayê muebedê lê tê birîn. Sevînç heta niha li girtîgehên bajarên Êlih, Sêrt, Dîlok, Trabzon, Kandir maye. Herî dawî di sala 2018’an de wî sewqî Girtîgeha Akhîsarê dikin. Malbat bi hêceta pandemiyê ev du sal bûn neçûbû hevdîtina wî. Ji berdana Sevînç re salek û nîv mabû. Ew bavê sê zarokan û malbata wî li Kocaeliyê dijî.