Peykerê Yûsif Gulo hate çêkirin 2022-04-07 12:47:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Peykerê Yûsif Gulo ku di 9’ê mijdara par di encama êrişa Tirkiyeyê de hatibû qetilkirin, li Qamişloyê hate çêkirin.   Hêzên artêşa Tirkiyeyê di 9’ê mijdara sala 2021’an de li Taxa Hîlêliyê ya Qamişloyê bi balafirên bêmirov ên çekdar êrişî wesayîtekê kir. Di encama êrişê de welatiyên bi navên Yûsif Gulo û neviyên wî Mazlum û Mihemed Gulo hatibûn qetilkirin. Peykersaz Emîn Ebdo, ji bo bîranîna Yûsif Gulo, peykerê wî çêkir.    Emîn Ebdo têkildarî mijarê bi Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî û diyar kir ku li ser daxwaza civakê tevî du hevalên xwe di 6'ê çileyê de dest bi çêkirina peykerî kirine. Ebdo, anî ziman ku Yûsif Gulo kesayetekî pêşeng bû û wiha got: “Min rûyê wî li bîra xwe neqişandibû. Lewma hewcehî pê nedît ku dîsa li wêneyê wî binêrim. Ez gelek keyfxweş im ku hêjayî keda wî bûm û min peykerê wî çêkir. Çêkirina peykerê Apê Yûsif ji bo min xwedî wateyeke mezin e. Apê Yûsif mezinê malbatekê bû ku 20 şehîdên xwe hene û ji bo gel û xaka xwe li ber xwe dide. Çêkirina peykerê kesayetekî wiha, bo min cihê serbilindiyê ye. Me xwest bi rêya hunerê bersivê bidin dijmin.”