Lawyers For Lawyers: Divê tavilê bi Ocalan re hevdîtin bê kirin 2022-04-07 15:16:15   STENBOL - Lawyers For Lawyers ji bo parêzerên Ocalan daxuyaniyek weşand û bang kir ku divê bêyî dereng bikeve tavilê hevdîtin bi Ocalan re were kirin.    Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F’yê tê ragirtin berdewam dike. Lawyers For Lawyers (Parêzerên Ji Bo Parêzera) ku ji rêxistinên hiqûqî yên navnetewî pêk tê û ji bo Ocalan serî li Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ya Ewropayê dabû, ji bo parêzerên Ocalan, Buroya Hiqûqê ya Sedsalê daxuyaniyek nivîskî weşand.    Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê salek e agahî ji miwekîlên xwe nagirin û ev yek ji bo ku parêzer pîşeya xwe bikin astengiyek cidî derdixe. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji sala 1999’an ve parêzeriya Rêberê Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan dike. Parêzer her wiha parêzeriya Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li cem Ocalan girtî ne dikin.  Ji sala 2015'an vir ve li Girtîgeha Îmraliyê ne. Ji 25’ê Adara 2021’an ve agahî ji Ocalan û girtiyên cem wî nayê girtin. Wisa bûye ku parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê êdî ketiye rewşek bêderfet ku nikarin danûstandinê bi miwekîlên xwe re bikin.   JI XWEGIHANDINA DOSYEYA DOZÊ RE ASTENGΠ   Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve nikarin bi muwekîlê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin. Ji bo muwekîlên xwe Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên di sala 2015'an de sewqî Girtîgeha Îmraliyê hatin kirin jî heman tişt derbas dibe. Qedexeya hevdîtina bi parêzeran re 8 sal in bênavber heta 2’yê Gulana 2019’an berdewam kir. Di sala 2019’an de parêzeran 5 serdanan kirin. Piştî hevdîtina herî dawî ya parêzeran a di 7’ê Tebaxa 2019’an de qedexeya bênavber ji nû ve dest pê kir û serlêdanên hevdîtina parêzeran nayê qebûlkirin. Rê û rêbazên danûstandina bi Ocalan û girtiyan re jî pir kêm bûn. Herî dawî di 25'ê Adara 2021'an de bi rêya telefonê bi Ocalan re hevdîtin pêk hat. Ev pêwendiya telefonê ji aliyê rayedarên girtîgehê ve hat qutkirin. Her wiha tevî ku parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji sala 2016’an û vir ve destûr nadin ku dosyayên dozê bi dest bixin, tevî vê yekê jî biryarek dadgehê jî nîne.”    BIRYARÊN DMME’YÊ HAT BIBÎRXISTIN    Di daxuyaniyê de hewldana parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, saziyên hiqûqî û saziyên sivîl ên li ser asta neteweyî û navneteweyî yên ji bo pêwendiyê bi Îmraliyê re hatin bibîrxistin û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya derbarê Ocalan de hatin bibîrxistin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “DMME’yê derbarê doza Ocalan de du biryar girtin. Di doza ewil de dadgehê biryar da ku dadgehkirinek adilane bi muwekîl re nehatiye darizandin û divê dîsa bi awayekî adil bê darizandin. Rayedaran diyar kirin ku ji ber ku muwekîl dê heman ceza bigre ew ê vê yekê nekin. Biryara duyemîn jî derbarê serlêdana giştî ya cezayê heta hetayê ya li Tirkiyeyê de bû. Di her dozê de DMME’yê biryar da ku mafê darizandina adil an jî şert û mercên binçavkirinê yên têkildarî desteserkirina parêzeran hatine binpêkirin.”   LI DIJÎ PRENSÎBÊN BINGEHÎN E    Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di 5'ê Nîsana 2022'yan de gelek saziyên parêzeran jî di nav de Parêzerên Ji Bo Parêzeran serî li CPT'ê dane û wiha hat gotin: “Muameleya li jor a li hemberî parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û muwekîlên wan li dijî Prensîbên Bingehîn ên Têkildarî Rola Neteweyên Yekbûyî ye.”    Di daxuyaniyê de wekî Parêzerên Ji Bo Parêzeran bangên xwe yên ji bo rayedarên Tirkiyeyê wiha rêz kirin:    * Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û bi giştî parêzeran re, derfet, dem û îmkanên berfireh bidin da ku bi muwekîlên xwe re, nemaze muwekîlên xwe yên li Girava Îmraliyê, bêyî dereng bikeve tavilê bila hevdîtin bê kirin.    * Divê dawî li astengî û mudaxileya parêzerên ku li gorî erk, pîvan û rêgezên exlaqî yên pîşeyî alîkariya muwekîlên xwe dikin bê anîn.    * Di her şert û mercî de ji bo ku parêzer di demek maqûl de xwe bigihînin agahî, dosya û belgeyên guncav da ku karibin alîkariya hiqûqî bikin mîsoger bikin.    “* Bi dilsozî erkên Tirkiyeyê yên peymana navneteweyî bi cih bînin û bi taybetî jî bi biryarên DMME’yê yên ku gihandina parêzeran mîsoger bikin û li gorî wan biryaran tevger bikin.”