Cenazeyê Mehmet Sevînç gihîşt ATK'ê 2022-04-07 15:55:45   MANÎSA - Cenazeyê girtî Mehmet Sevînç ku li Girtîgeha Tîpa a Akhîsarê xwîn çûbû ser mêjiyê wî û jiyana xwe ji dest da ji bo otopsiyê birin ATK'a Îzmîrê.    Mehmet Sevînç (63) li Girtîgeha Tîpa a Akhîsarê girtî bû û di 3'ê nîsanê de xwîn çûbû ser mêjiyê wî, vê sibehê jiyana xwe ji dest da. Ji bo otopsiyê cenazeyê Sevînç birin Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Îzmîrê. Piştî karên otopsiyê wê Sevînç cenazeyê bive li navçeya Darica ya Kocaeliyê biveşêre.    Gelek kes ji bo cenazeyê Sevînç li ber derê ATK'ê li hev kom bûn. Endam û rêveberên EGE TÛHAYDER, HDP, DBP, OHD'ê jî li ber derê ATK'ê ne.     Li aliyê din malbata Sevînç jî vegeriya Darica ku wê cenazeyê Sevînç lê bê veşartin.