HDP'ê şandeya girtîgehê ava kir: Dê seredanên me bidomin 2022-04-08 09:34:47   ÎZMÎR - HDP'ê ji bo lêkolînkirina binpêkirinên mafên jiyanê yên li girtîgehan şandeyek ava kir. Parlamenterên di nava vê şandeyê de cih digirin gotin: "Heya binpêkirinên mafan bi dawî dibin em ê bixebitin."    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo lêkolînkirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, di cih de şopandina van binpêkirin û hevdîtinên bi dozgerên girtîgehan re, şandeyeke ava kir. Şande dê li her herêmê rêxistinên civaka sivîl û parlamenteran jî daxilî nava vê xebatê bike. Şandeya ku ji parlamenter Fatma Kûrtûlan, Huseyîn Kaçmaz, Zuleyha Gulum, Serpîl Kemalbay û nûnerên Baroya Îzmîrê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasan a Hemdem û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) pêk tê, di 5'ê nîsanê de serdana Girtîgeha Kiriklar a Jimare 1 a Tîpa F'yê, Girtîgeha Kiriklar a Jimare 2 ya Tîpa F'yê û Girtîgeha Menemenê kir. Şandeyê bi dozgerên girtîgehên behsê xeberê re jî hevdîtin kirin. Di hefteya pêş de jî dê şande biçe serdana girtîgehên navçeya Panos a Agiriyê û Wanê bike.    Parlamenterên HDP'ê Serpîl Kemalbay û Huseyîn Kaçmaz behsa xebatên xwe kirin.    ‘ROJEVA ME GIRTÎGEH IN'   Kemalbay, destnîşan kir ku Tirkiye veguheriye welatekî binpêkirina hiqûqê û mafên mirovan. Kemalbay, diyar kir ku ev binpêkirin herî zêde li girtîgehan tên kirin û wiha got: "Girtîgeh ji bo girtiyan bûne cihekî ku bi awayekî fiîlî cezayê dardakirinê li wan tê pêkanîn. Lewma di rojeva me de girtîgeh hene. Girtî binpêkirinên mafan protetso dikin, dikevin greva birçîbûnê. Jixwe girtî di şertên giran de dijîn lê bi grevên birçîbûnê re tenduristiya wan xirabtir dibe û jiyana xwe ji dest didin."    Bi domdarî Kemalbay anî ziman ku di hevdîtina bi dozger re greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Kiriklar a Bûca ya Jimare 1 a Tîpa F'yê nîqaş kirine û wiha domand: "Girtiyên siyasî, li korîdorên ku girtiyên edlî û girtiyên siyasî yên ji fikrên cuda tên girtin. Gava girtiyên siyasî çalakiyan li dar dixin, kesên xwe wekî ulkucî pênase dikin, wan tacîz dikin. Anku ji ber vê dibe ku binpêkirinên mafan ên cidî rû bidin. Ya duduyan jî, girtî ji liv û tevgerên Midûrê Girtîgeha Kiriklar a Jimare 1 a Tîpa F'yê Haydar Alî Ak nerazî ne. Midûrê girtîgehê xwe dişibîne Esat Oktay û tahdeyê dike. Midûrê girtîgehê dibêje ew di weziyeteke kontrolker de ye. Lê em baş dizanin ku tiştên me li jor vegotîn, tevek jî bi destê wî hatine kirin. Lewma em bi gotinên dozger qaneh nebûn."    ‘EM DIKARIN LI DERVE GELEK TIŞTAN BIKIN'   Di berdewamê de Kemalbay got ku li hemû girtîgehan heman tişt diqewimin û ev tişt anî ziman: "Em ê ji bo çareserkirina meseleyan guftûgoyê bikin. Em ê van pirsgirêkan têxin rojeva Meclisê. Em dikarin li derve gelek tiştan bikin. Her wiha ji bo piştgiriya malbatan em bang li raya giştî ya demokratîk jî dikin ku di vê mijarê de hestiyartir bin."    KONSEPTEKE NAVENDÎ   Têkildarî mijarê parlamenter Huseyîn Kaçmaz jî bilêv kir ku binpêkirinên mafan di dema desthilata AKP'ê de êdî veguherîne tiştên asayî û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev binpêkirinên mafan, sepaneke navendî ye. Dibe ku li hin girtîgehan hin rêvebir an jî gardiyan li hemberî girtiyan bi awayekî şexsî tevbigerin û bêhiqûqiyan bikin. Lê ev li hemû girtîgehan wisa ye. Nexwe ev konsepteke navendî ye. Piştî qanûna înfazê ya cihêkar li Meclisa hat qebûlkirin, ev binpêkirin zêdetir bûn."    DÊ HEVDÎTIN BIDOMIN   Kaçmaz daxuyand ku wan weke HDP'ê  ev xebat daye destpêkirin û wiha berdewam kir: "Me li Îzmîrê tevî ÎHD, OHD, ÇHD û Baroya Îzmîrê hevdîtin bi dozgerê girtîgehê re kir. Me agahiyên ku malbatan û girtiyan ragihandine danîn ber dozger. Hefteya tê jî em ê biçin Îdir, Panos û Wanê û hevdîtin bi dozgerên girtîgehan re bikin. Dê serdanên me yên girtîgehan bidomin. Em ê hevdîtinan bi raya giştî re parve bikin."    Kaçmaz, bal kişand ser Nobetên Edaletê yên li Amed, Wan, Îzmîr û Stenbolê û axaftina xwe wiha qetand: "Li girtîgehan di demeke kurt de gelek bûyerên 'xwekuştinê' çêbûn. Tekane sedema ku ev qas cenaze ji girtîgehan derdikevin, pêkanînên li girtîgehan e. Girtî li dijî teslîmgirtin û çokşikandinê bi çalakiyên cuda li ber xwe didin. Divê raya giştî jî li cem malbatan û girtiyan be û van pêkanînan berteref bike."    MA / Tolga Guney