‘Misilmaniya hikûmetê tenê bi devkî ye’ 2022-04-08 09:36:17   AMED - Endamê Komeleya Alîkarî û Pişevaniyê ya Dîndaran a bi KHK’ê hat girtin Mele Hecî Qadah bi wesîleya meha Remezanê bal kişand ser polîtîkayên AKP’ê û got: “Misilmantiya hikûmetê tenê bi devkî ye."   Endamê Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Dîndaran (DÎAYDER) a bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin Mele Hecî Qadah bi wesîleya meha Remezanê re rewşa civakê û polîtîkayên îktidara AKP'ê ji ajansa me Mezopotamyayê re nirxand. Qadah bal kişand ser rêgezên îslamê yên li dijî zilmê û dewlemendiya ku xizantiyê kûr dike.   Qadah diyar kir ku nakokiya vê hikûmetê ew e ku gotinên wan û pratîkên wan hev nagirin. Qadah destnîşan kir ku hikûmet ji bo olê bikar bîne ji ser zimanê xwe kêm nake û vê yekê wiha nirxand: "Wîjdanê, edaletê, wekheviyê wekî dilê xwe digirin dest. Misilmantiya wan bi devkî ye."     'POLÎTÎKAYA LI DIJÎ ÎSLAMÊ'   Qadah diyar kir ku di dînê îslamê de ruhê civakê li ser hiqûqê tê avakirin û taetên olî wek meqam ji hiqûqê mezintir nîn in. Qadah bal kişand ser giringiya hiqûqê û ani ziman ku hiqûq bingeha cinakê ye û ji jiyana wekhev re rê vedike. Qadah behsa polîtîkayên AKP'ê û qeyrana aborî kir û wiha axivî: "Her tişt bi 2-3 qet bihayê xwe zêde kiriye. Îktidar ji derdorê xwe re bi 2-3 mûçe re 200-300 hezar lîre mûçe girê dide lê ji karker û karmendan re 3-4 hezar lîre rewa dibîne. Tu nikarî li gora dilê xwe, nefsa xwe nêzî revebirinê bibî û bi vê yekê cudahiyê têxî nava însanan. Ev polîtîka bingeha bêedaletiyê ye û li dijî ola îslamê ye."   NOBEDA EDALETÊ YA MALBATA ŞENYAŞAR   Çalakiya bi bîr xist ku Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê ji salekê zêdetir e didome û wiha got: “Kirinên li hember malbatê zilm e. Li gor ayetê ezeba mezin û daîmî li ser kesên ji rehma xwedê qutbûne û rehm di dilê wan de nemaye tê meşandin. Tu 3 însanan ji bo ku kêfa te bi wan nehat rabî qetil bikî, tu eleqeya te bi îslamê re namîne. Salekî derbas bû ku malbat nobeta edaletê digire. Çalakiya wan di cîh de ye, gelek rêxistinên sivîl û siyasî jî piştgîrî didine malbatê."   SAMÎMIYETA MISILMANIYÊ    Qadah di ola îslamê de alîkariyê wek “ferzbûnê” pênase kir û bertek nişanî ferqa di navbera dewlemend û xizanan de da. Qadah berhevkirina malê zêde wek ji olê derketin pênase kir û li ser hedisekê vê rewşê wiha nirxand: "Kesê ku cîranê wî birçîbe û ew têr be û di xweşiyê de îmana wî/wê kêm e. Pratîkên ew kesên ku dibêjin em misilman in pir diramatîk e û ola wan dide xuyakirin. Di meha Remazanê de nimêj dikin, rojî digrin lê bi samîmî nakin. Bi destnimêjê, nimêj û rojiyê dîndar nabin.”    CÛREYÊN ZILMÊ    Qadah li ser peyva “zilmê” bi awayek berfireh sekinî û wiha got: “Zilm heye bi devkî, bi aborî, bi fîzîkî tê kirin. Kesek ku vana bike ji olê derdikeve û cihê wan dojeh e. Kes bi taetan nabe oldar an jî misilman. Însan bi avakirina hiqûqê û parastina dikare bibe însan, oldar an jî misilman. Ji ber vê yekê zilm heke her kes bi mazlûman re bibe alîkar û tim li dijî zilmê rêxistin bibe zilm ji holê radibe.”