‘Faîlên demboriyê dozger in, divê bên darizandin’ 2022-04-08 10:49:46   ENQERE - Parêzer Kazim Bayraktar diyar kir ku dozên ku têkildarî sûcên li dijî mirovahiyê hatin kirin wesfa sûc cuda tê nîşandan bi demboriyê re tê sepandin û got: “Dozger faîlên demobriyê ne. Divê ew bên darizandin.”    Nemaze piştî darbeya 1980’yî li bajarên bakurê Kurdistanê qetlîamên komî pêk hatin û însan bi darê zorê hatin windakirin. Sûcên hov li hemberî mrovan hatin kirin. Faîl ango kujerên van qetlîma û kuştinan yek bi yek bi sepana demboriyê û biryarên beraetê bêceza tên hiştin. Li gorî encamên xebata Navenda Hafizayê heta niha dosyeya 344 kesan winda ye an jî nehatine bidestixistin. Li gorî agahiyên dawî yên sala 2020’an têkildarî lêpirsîna windakirina 218 kesan derengî hat xistin, lêpirsîna 24 kesan jî bi hêceta demboriyê hat bidawîkirin, ji bo 18 lêpirsînan jî biryara hewceyî bi lêpirsînê nîne hat dayîn û ji ber windakirina bi darê zorê ya 84 kesan bi giştî 15 doz hatin vekirin.    JI DEMBORIYA DOZA APÊ MÛSA RE 5 MEH MAN    Herî dawî doza qetilkirina 7 welatiyên sivîl ên di 24’ê mijara 1991’ê de li navçeya Pasûrê ya Amedê bi hêceta demboriyê di 1’ê nîsanê de doz hat girtin. Doza rewşenbîr û rojnamevanê kurd Mûsa Anter jî ku bi Doza Sereke ya JÎTEM’ê re hatiye girêdan li Dadgeha Enqereyê tê lidarxistin û tenê 5 meh maye ku bi demboriyê re rûbirû bimîne.    Parêzer Kazim Bayraktar ê ji darbeya 12’ê Îlona 1980’yî ve parêzeriyê dike û nêzîkatiya hemû îktidaran a li hember van dozan û helwesta darazê nirxand.    Bayraktar destnîşan kir ku demborî û bêceza hiştin bi hev ve girêdayî ye û helwesta cotstandî ya di darazê de bi bîr xist û got: “Her tişt guherî lê hêj daraza li vî welatî, polîtîkaya bêceza hiştinê û demborî nehatiye guhertin.”    DARIZANDINÊN SIYASΠ   Bayraktar anî ziman ku li gel demboriyê darazên bi armanca bîrdozî û siyasî pêk tên ji aliyê îktidarê ve xerab tên bikaranîn û got: “Bi taybetî demborîn di darizandinên sûcên li dijî muxalîfan de nebaş tê bikaranîn. Faîl ango kujer bi taybetî mîlîtarîstên sivîl ango çeteyên sivîl ên girêdayî organîzeya îktidar, dewletê ne. Di dîroka Tirkiyeyê de me viya pirr dît û em hêj dibînin. Di salên 90’î de bi hezaran kes bi awayek bêdarizandin û hov hatin qetilkirin û windakirin. Bi taybetî qetlîam û kuştin û windakirinên wê çaxê bi demboriyê re rûbirû tên hiştin. Ser dosyeyan girtin. Pazdeh bîst salan hiştin û paşê ser dosyeyan girtin. Dewlet dixwaze xwe hilde paqijiyê.”    ‘FAÎL DOZGER IN’    Bayraktar diyar kir ku her çiqas dosyeyan bi demboriyê re rûbirû bihêlin jî lê ne pêkan e ku dîrokê derxin paqijiyê û ne di warê siyasî de ne jî di warê hiqûqî de mimkin e û hiqûq jî bi armanca siyasî ê binpêkirin. Bayraktar destnîşan kir ku yên ku hiqûqê binpê kirine bêceza hatine hiştin û got: “Yên ku van dosyeyan bi demboriyê re rûbirû dihêlin emniyet û dozgerî ne. Di heman demê de ev dozger û wezîfedarên cemaweriyê ku di van dosyeyan de wezîfe kirine, faîlên demboriyê ne. Bi zanebûn van dosyeyan betal dikin. Divê ew kes bên darizandin. Ji ber ku meqamên wan bidarizînin tune ne, ew jî rehet  tevdigerin û ser van dosyeyan digirin. Niha jî dixwazin xwe derxin paqijiyê. Çimkî sûcên hov li dijî mirovan hatin kirin. Ev demborîn di qanûn û hiqûqî de jî dij e. Çi dikin bila bikin ser van dosyeyan nayê girtin. Ji bo dosyeyên bi demboriyê re rûbirû mane, rêya Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê ji bo wan vekirî ye.”   MA / Zemo Aggoz