'Bi neberdana girtiyên nexweş re mekanîzmaya îdamê xistine meriyetê’ 2022-04-08 11:43:39   ÎZMÎR - Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên Îzmîrê bal kişandin ser mirina girtî Mehmet Sevînç û wiha gotin: “Divê dewlet dawî li polîtîkaya xwe ya kuştina girtiyan bîne. Bi neberdana girtiyên nexweş re cezayê îdamê bi rengekî fîîlî xistine meriyetê.”   Di 3’yê nîsanê de xwîn rijiya ser mejiyê girtî Mehmet Sevînç ku li Girtîgeha Tîpa T a Akhîsar a Manîsayê dihat ragirtin û duh jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyên ku malbata Sevînç dabûn, nayê zanîn bê ka çima xwîn rijiyaye ser mejiyê Sevînç û diyar kirin ku gumanên wan hene. Têkildarî mijarê rêveberiya girtîgehê, gardiyanan û xebatkarên nexweşxaneyê agahiyên ji hev cuda dan malbatê. Vê jî kir ku gumanên malbatê hîn zêdetir bibin.    Ji ber mirinên di demên dawî yên li girtîgehan, gelek kes bertekan nîşan didin. Her wiha raporên Saziya Tipa Edlî (ATK) jî rê li ber nerazîbûnan vedike. Êdî hema hema her roj agahiya mirinan ji girtîgehan tên. Saziyên civaka sivîl û gelek derdor li dijî vê rewşê bi bertek in û dixwazin ku di zûtirin dem de tevdîrên pêwîst bên girtin.    BINPÊKIRINA LI NEXWEŞXANEYÊ   Rêveberê Komeleya Xizmên Girtî û Hikûmxwaran a Egeyê (EGE TUHAYDER) Îsmet Akdemîr diyar kir ku binpêkirinên li girtîgehan di demên dawî de zêde bûne û wiha got: “Girtiyên nexweş û yên cezayê wan xelas bûyîn, nayên berdan. Ev du roj in em diçin Akhîsarê. Heta di nava nexweşxaneyê de jî binpêkirin hene. Derheqê rewşa wan de kesek tiştekî rast ne bo me û ne jî bo malbatê dibêje. Dibêjin ku li benda rapora ATK’ê ne. Nexweşxane dibêje; ‘nexweş, saet di 3’yê şevê de anîn.’ Rêveberiya girtîgehê jî dibêje ku di saetên serê sibehê de birine nexweşxaneyê. Daxwazên malbatên girtiyan ew e ku girtî bên dermankirin û cenazeyên wan ji girtîgehan dernekevin. Di nava 4 meh û nîvan de 8-9 girtî mirin. Xuyaye ku pirsgirêkek heye. Girtiyên cezayê wan xelas bûyî nayên berdan. Bi navê heq û hiqûqê tiştek nema ye.”    ‘MIRINÊN HEYÎ JI BER XWE VE ÇÊNABIN’    Nûnera Şaxa Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin a Anatoliyayê (ANYAKAY-DER) ya Îzmîrê Sûltan Yagmekan jî anî ziman ku li ser girtîgehan zext û zilmeke mezin heye. Yagmekan bi domdarî wiha got: “Hinek girtî li odeyên yekkesî tên ragirtin. Mehmet Sevînç qetil kirin. Girtiyên nexweş têxin odeyên yekkesî û bi vî rengî qetil dikin. Kujerên jinan, tecawizkar û diz tên berdan lê zarokên me tevî ku nexweşin jî ji ber kurdbûna xwe nayên berdan. Girtiyên ku ev 20-30 sal in di girtîgehê de tên qetilkirin. Ev rewş ji ber xwe ve çênabe. Zarokên me bi salan e bi hesreteke mezin li çavrêya berdanê bûn. Lê darbestên wan ji girtîgehan derdikevin. Divê her kesê ji xwe re dibêje mirov li dijî vê zilmê derkeve.”    TÊKOŞÎNA POLÎTÎK    Têkildarî mijarê Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê Çinar Altan jî axivî û diyar kir ku li girtîgehan zextekî giran li girtiyan tê kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Polîtîkaya kuştinê tê meşandin. Gelek guman ji mirina Sevînç hene. Mijara behsa xeberê, polîtîkayeke zanebûn a kuştinê ye. Divê em tu girtiyekî di bin zexta faşîst a dewletê de nehêlin. Em ê polîtîkayeke ku sînorên dewletê dide zorê bimeşînin. Mixabin ku li dewletên faşîst tu pîvanên hiqûqê nînin. Banga me li gel ew e ku li dijî van sepanan têbikoşin.”    RAPORÊN ATK’Ê    Sekreterê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Îzmîrê Ozcan Sarioglu jî anî ziman ku ji ber cezayên muebbetê û muebbeta giran, girtî zêdetirî 30 salan di girtîgehê de dimînin û wiha bi dawî kir: “Di nava vê demê de bi gelek nexweşiyan dikevin. Anku bi awayekî fiîlî cezayê îdamê têxin meriyetê. Xetere li ser jiyana wan heye lê dewlet bernade. Anku mekanîzmaya îdamê têxin meriyetê. Li vê derê barê xwe têxin stûyê ATK’ê. Weke mînaka Aysel Tugluk, ATK jî biryarên siyasî dide û girtiyan terkî mirinê dike. Ji ber raporên ATK’ê, encamek ji serlêdanên me yên bo dozgeriyê dernakevin. Desthilatdarî jî raporên binpêkirinan ên li girtîgehan paşguh dike û xwe nade ber çareserkirina vê pirsgirêkê. Bi sepanên heyî re girtiyên siyasî di nava cezayekî de cezayeke din dijîn.”