Mehmet Sevînç bi dirûşman hate definkirin 2022-04-08 15:15:47   STENBOL - Tevî hemû astengkirinên polîsan jî cenazeyê girtiyê siyasî Mehmet Sevînç bi dirûşmên “Şehîd namirin” hate definkirin.    Girtiyê siyasî Mehmet Sevînç (63) ku li Girtîgeha Tîpa T a Akhîsar a Manîsayê dihat ragirtin, di 3’yê nîsanê de bi rengekî guman xwîn rijiya ser mejiyê wî û rakirin nexweşxaneyê. Sevînç, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Sevînç îro li Goristana Balçik a navçeya Gebze ya Kocaeliyê hate definkirin. Di merasîma cenazeyê Sevînç de rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên navçeyên Darica, Gebze, Tuzla, Çayirova, Kartal û Pendîkê, endam û rêveberên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Marmarayê (MA TUHAY-DER), Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Med (MED TUHAD-FED) û gelek welatî amade bûn.    HINCETA ‘DÊ ZIYAN BIGIHE DARAN’    Beriya definkirina cenazeyê Sevînç, polîsan gelek astengî derxistin. Polîsan nehêlan ku cenazeyê Sevînç li Goristana Nene Hatun a li Daricayê bê definkirin. Polîsan îdia kir ku dê ziyan bigihije darên li goristanê û xwestin ku cenaze li Goristana Balçikê bê definkirin. Tevî hemû hewldanên malbatê jî cenaze birin Goristana Balçikê.    GORISTAN DORPÊÇ KIRIN    Beriya anîna cenazeyê Sevînç, polîsan goristan dorpêç kirin, nehiştin rojnameger bikevin goristanê û dîmenan bikêşin.    Tevî astengkirinan jî cenazeyê Sevînç bi girseyî û bi dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bijî berxwedana zindanan” hate definkirin.    Malbata Sevînç şîna xwe li Taxa Pîrî Reîs danîn.