Di Doza Qontaxê de dadgehê cezayê li polîs hatiye birin kêm dît 2022-04-08 15:49:23   WAN - Cezayê 5 salan ê girtîgehê ku li polîsê bi qontaxa çeka xwe Seyfûllah Tûran birîndar kiribû, ji Dadgeha Îstînafê vegeriya. Dadgehê, cezayê li polîs hatiye birîn kêm dît û xwest ku cezayekî girantir li polîs were birîn.    Seyfûllah Tûran ê 14 salî ku di sala 2009’an de dema li Colemêrgê li nava zeviyê bi hevalên xwe re dilîst, rastî êrişa polîsê tîma taybet Bahadir Tûran hatibû. Polîs Tûran, bi qontaxa çeka xwe li serê zarok Tûran xistibû û bi giranî birîndar kiribû. Ji ber vê bûyerê jî derheqê polîs Tûran de bi sedema “bi giranî birîndarkirin” doz hatibû vekirin û 5 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Li ser vê yekê parêzerên zarok Tûran, Mûrat Tîmûr û Mûnîp Ermîş îtîraz kiribûn û xwestin ku polîs Tûran bi sûcê “Hewldana ji bo kuştinê” bê cezakirin.    1’emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Dadî ya Herêmê ya Amedê biryara xwe ya bo îtîraza parêzeran aşkere kir û got ku cezayê li polîs Tûran hatiye birîn kêm e. Daîreyê got ku cezayê ku li polîs Tûran hatiye birîn, li gorî êrişa wî kêm dimîne û bi daxwaza cezayeke girantir doz vegerand dadgeha herêmî. Dadgeha herêmî ji bo sûcê birîndarkirinê tenê du sal cezayê girtîgehê dabû û 1’emîn Daîreya Cezayan ev sûc li dijî hiqûqê nirxand û biryara xerakirinê da.    Biryar bi piraniya dengan hate dayîn lê serokê dadgehê bi hinceta “hewcehî bi jinûvedarizandinê nîne” şerh danî ser biryarê.