ÎHD bû mêvanê Sifreya Edaletê ya malbata Şenyaşarê 2022-04-08 20:10:01   RIHA - Îro ÎHD a Şaxa Rihayê bû mêvanê  "Sifreya Edaletê" ya malbata Şenyaşarê ya li ber avahiya Edliyeya Rihayê.   Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 396'an de didome. Îro endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Rihayê bûn mêvanê "Sifreya Edaletê" ya malbata Şenyaşarê ku di dema fitarê de li ber avahiya edliyeyê hat raxistin.    Hevserokê ÎHD a Şaxa Rihayê Mûstafa Vefa ku beriya fitariyê axivî, diyar kir ku ew ÎHD di meha Remezanê de piştgiriya Nobeda Edaletê dikin. Vefa, anî ziman ku ji bo piştgiriya nobeda edaletê ya malbatê bikin "Sifreya Edaletê" raxistine û got: "Me tevî malbatê fitariya xwe kir. Em di têkoşîna edaletê de li cem malbatê ne û em ê tim li cem wê bin. Heya berpirsên komkujiyê bên dîtin û li hizûra darazê hesab bidin û heya ev pergal biguhere dê tevî hemû mexdûran têkoşîna me bidome."    Piştî mele azan da rojî hat şikandin û bername bi dawî bû.