Parlementerên çûn cem Tûglûkê: Nexweşîna wê girantir bûye 2022-04-08 21:45:55   STENBOL - Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beşatş û parlementer Oya Ersoy, çûn Girtîgeha Kandirayê cem Aysel Tûglûkê. Parlementeran ragihand ku nexweşîna Tûglûkê girantir bûye û ji bo berdana wê bang kirin.    Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş û parlementer Oya Ersoy çûn Girtîgeha Kandirayê ya Jimare 1 a Tîpa F'yê cem siyasetmedar Aysel Tûglûk. Beştaşê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal belav kir ku çûne girtîgehê û got: "Ez û parlementera me ya Stenbolê Oya Ersoy çûn Girtîgeha Kandirayê. Me hevdîtin bi hêja Aysel Tûglûkê re kir. Me dît ku nexweşîna wê girnatir bûye. Nikare bi tena serê xwe bimîne û lazmatiyên xwe peyda bike. Demildest divê bê berdan..."