DAIŞ’ê li Mexmûrê 2 şivan revandin 2022-04-09 11:48:55 NAVENDA NÛÇEYAN - Endamên DAIŞ’ê li herêma Qerac a girêdayî navçeya Mexmûrê 2 şivan revandin û aqûbeta şivanan nayê zanîn.  Liv û tevgera DAIŞ’ê ya li herêma Herêma Federal a Kurdistanê her ku diçe zêdetir dibe. Di demên dawî de hem êriş û hem jî çalakiyên xwe yên revandinê yên li herêmê zêdekirin. Hat zanîn ku endamên DAIŞ’ê li herêma Qerac a girêdayî navçeya Mexmûrê 2 şivan revandin.    Têkildarî mijarê fermandarê xweşbexş Xazî Feysel bi ROJnewsê re axivî. Feysel, anî ziman ku DAIŞ’iyan şevê din li gundê Mihêdî yê deşta Qeracê 2 şivanên bi eslê xwe ereb revandin û ev agahî dan: “Aqûbeta van şivanan nayê zanîn. Liv û tevgera DAIŞ’ê ya li derdora Çiyayê Qereçoxê didome. Kesek xwedî li vê herêmê dernakeve. Hem hikûmeta herêmê û hem jî ya navendî bi dehan caran soza çareserkirina vê pirsgirêkê dan. Lê tiştek nekirin. Hêdî hêdî kurdan ji herêmê dikin. Heta niha 100 gundên kurdan hatine valakirin. Heke wiha bidome dê herêm ji kurdan bê valakirin û ereb lê bicih bibin. Biqasî Çiyayê Hemrîn, divê rayedarên kurd qala Çiyayê Qereçoxê jî bikin.”