Artêşa Tirkiyeyê û komên girêdayî wê li Efrînê 3 sivîl revandin 2022-04-09 14:27:55 NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa Tirkiyeyê û komên girêdayî wê li Efrînê 3 welatî revandin. Aqûbeta welatiyan nayê zanîn.     Binpêkirinên hêzên artêşa Tirkiyeyê û komên girêdayî wê yên li Efrînê bênavber didomin. Li gel binpêkirinên weke koçber kirin, îşkence kirin, kuştin, tunekirina xwezayê, destdirêjî û talankirina mal û milkê gel, her wiha gelek welatî jî tên revandin.    Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); çavkaniyên ji herêmê diyar kirin ku koma bi navê Feyleq El Şam ku girêdayî Tirkiyeyê ye, welatiyê bi navê Luqman Îbrahîm Hesen ê ji gundê Meydana yê Raco ya Efrînê revandin û birin cihekî nediyar.    Di heman demê de çavkaniyan da zanîn ku dewriyeyeke hevbeş a îstîxbarata Tirkiyeyê û koma bi navê Polîsên Leşkerî jî birayên bi navên Hesen Qere (55) û Hisên Qere (60) ên ji gundê Mosako yê Racoyê bi hinceta ku beşdarî merasîma şervanên YPG/YPJ’ê bûne, girtin.