Li Helebê li dijî ambargoya Şamê meşa girseyî 2022-04-09 16:48:50 NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezaran kes kes tevlî meşa ku li taxên Şêxmexsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê li dijî ambargoya Şamê hat lidarxistin bûn, ev peyam dan: "Em ê serî ji kesî re netewînin." Li taxên Şêxmexsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê, bi hezaran kes li dijî ambargoya Şamê meşiyan. Di meşê de pankartên "Ji ambargoya li ser Şêxmezsûd û Eşrefiyê re na" , "Ji siyaseta birçîhiştinê re na" û "Bijî berxwedana gelan" hatin vekirin. Bi hezaran ciwanan re endam û rêveberên rêxistinên sivîl, partiyên siyasî û Hêzên Ewlehiyê yên Navxweyî jî tevlî meşê bûn. Li Şêxmexsûdê meş heta kontrola hikûmeta Şamê ya Cizîrê berdewam kir."    WÊ AMBARGO VAL BÊ DERXISTIN   Endamê Komîteya Rûspiyên Taxa Şêxmexsûdê Elî El Hesen, diyar kir ku ambargo ne nûye û beriya hikûmeta Şamê Tirkiye û komên girêdayî wê ambargo pêk anîne û wiha got: "Bi saya berxwedana gel ambargo beriya çend salan hat şikandin. Wê ferzkirinên hikûmeta Şamê jî vala derkevin. Ev her tax Heleb û keleha wê parastin. Bi saya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Heleb neket."   'EM Ê SERÎ NETEWÎNIN'   Di berdewama axaftina xwe de Elî El Hesen, diyar kir ku wê serî ji polîtîkayên hikûmeta Şamê re netewînin û ev tişt anî ziman: "Wê vî gelê berxwedêr serê xwe ji kesî re netewîne û wê xak, maf û destkeftiyên xwe biparêze."