Ji malbata Barzanî bo şêwirmendê wekîla Îngilîz 400 hezar sterlîn 2022-04-10 11:13:46     NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî Telegragphê, şîrketên petrolê yên li Başûrê Kurdistanê ku nêzî malbata Barzanî têne dîtin, 400 hezar sterlîn dane şêwirmendê parlamenterekê.   Li gorî nûçeya ANF'ê ku ji Rojnameya The Telegraph a li Îngilistanê tê weşandin girtiye, ragihand ku şîrketên petrolê yên li Başûrê Kurdistanê bi taybetî jî Kar Group a nêzî malbata Barzanî tê naskirin, 400 hezar sterlîn dane şêwirmendê parlamentereke Îngiliz Gary Kent.    Rojnameyê ragihand, Kar Group a bi serkêşiya Baz Kerîm, sala 2015'an 57 hezar sterlîn da Gary Kent ku şêwirmendê Parlamentera Partiya Karker Mary Glindon e. Rojnameyê diyar kir ku bi giştî 400 hezar sterlîn ji Gary Kent re hatiye dayin.   Serokê berê yê Komîteya Pîvanên Jiyana Cemaweriyê Alistair Graham li ser mijarê ji Telegraphê re axivî û anî ziman ku dayina mûçeyan ji aliyê şîrketên biyanî ve ji bo kesên li parlamentê kar dikin, karekî veşartî yê lobî ye.