Malbata Şenyaşar: Zilma mezin edaleta derengmayî ye 2022-04-10 11:20:08   RIHA - Malbata Şenyaşar di roja 398’emîn de got: “Li Rihayê bêedaletiyek mezin heye û zilma herî mezin edaleta derengmayî ye.”    Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 398’emîn de berdewam dike. Malbata Şenyaşar ji ber dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye nobedê îro jî li mala xwe ya li Pirsûsê domand. Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag û Waliyê Rihayê Abdullah Erîn û Serokkomar Erdogan etîket kir û vê peyamê parve kir: “Zêde hewcehî bi gotinê tune ye! Li Rihayê bêedaletiyek mezin heye û zilma herî mezin edaleta derengmayî ye.”