Bi boneya rojbûna Ocalan a 73’yemîn şitil hatin danîn 2022-04-10 16:33:18   MÊRDÎN/EDENE - Bi boneya rojbûna Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan a 73’yemîn li Mêrdîn û Edeneyê şitilên darên zeytûnan hatin danîn. Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên xwe Windakirin re ya Akdenîzê (AYKAY-DER) Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Akdenîz Edeneyê (AATUHAY-DER), Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Seyhanê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Edeneyê û endamên Navenda Çanda Binevşê li Edeneye bi boneya rojbûna Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan a 73’yemîn şitil danîn. Li baxçeyekî li Taxa Yenîdam a navçeya Seyhan a Edeneyê, şitilên darên zeytûnan hatin danîn. Dema şitil danînê de dirûşmeyên “Rojbûna te pîroz be Serokê me” û  “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. MÊRDÎN Li Mêrdînê jî bi boneya rojbûna Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan di pêşengtiya Rêxistina HDP’a Navçeyê li navçeya Artûklûyê şitil hatin danîn. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay jî tevlî bernameyê bû. Dema şitil hatin danîn çepik hatin lêxistin û hat hêvîkirin ku şitilên ku mezin bin, bibin wesîleya aştiyê.