Ji ber ku malzemeyên tibî nînin li nexweşxaneyê emeliyat nayên kirin 2022-04-11 09:02:50 ŞIRNEX - Li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê, ji ber malzemeyên medikal emeliyat nînin nayên kirin, dermanên janê û birînê yên ku divê li navêndên tenduristiyê hebin, nayên peydakirin.  Li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê ku li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ye, ji ber kêmasiya dermanan û malzemeyan xizmeta tenduristiyê ya pêwîst nikare pêşkeşî welatiyan bê kirin. Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎK) yên sala 2021’an nifûsa Cizîrê 155 hezar û 182 kes in. Li nexweşxaneya navçeyê ku ji ber kapasîteya wê ji pêşkeşkirina xizmeta tenduristiyê re kêm dimîne, niha jî hejmara personele tenduristiyê û derman kêm in.    KARÊ BIJÎŞKAN ZÊDE BÛ   Karê bijîşkên ku li nexweşxaneyê hejmara wan kêm e 5 qet zêde bû. Ji bo ku bijîşkek bikare xizmeta tenduristiyê ya guncav peşkeş bike divê hejmara nexweşên wî di nava 30 û 40 kesan de be lê niha li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê bi taybetî jî li beşa lezgîn bijîşkek rojê li 150-200 nexweşan dinêre.    LI HER NEXWEŞEKÎ DEQÎQEYEKÎ DINÊRIN   Bijîşkên ku diyar dikin ku di pêşkeşkirina xizmeta tenduristiyê de tişta herî girîng “çîroka nexweş e” û gazin kirin ku ji ber hejmara zêde ya nexweşan li her nexweşekî deqîqeyekê dinêrin û xizmeteke baş dernakeve holê.    LI HIN BEŞAN BIJÎŞK TUNE NE   Hate diyarkirin ku li navçeya ku 150 hezar nifûsa wê heye bijîşkê Cerahê Plastîk û Nefrolog ê nexweşên gurçikan dinêre tune ye. Tevî vê ji ber hejmara pisporên Radyolojiyê kêm e raporên nexweşan herî zû piştî mehekê derdikevin. Dîsa hate hînbûn ku li navçeya ku rêjeya nifûsa wê ji sedî 2,30 e tenê 4 bijîşkên Pisporên Nexweşiyên Jinan û Welidînê hene. Ji bo yek derketiye destûra şîr niha tenê 3 bijîşk dixebitin. Welatî jî ji ber xizmetên tenduristiyê ku dewlet pêşkeş dike nikare bigirin, mecbûr dimînin ku biçin nexweşxaneyên taybet.    MALZEME NÎNIN, EMELIYAT NIKARIN BÊN KIRIN   Fîrmayên ku malzemeyên medikal tînin nexweşxaneyê ji ber zêdebûna dowîzê biha zêde bûne nikarin malzemeyên medîkal bînin. Hate bilêvkirin ku tevî li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê 5 Pisporên Ortopediyê hene jî ji ber malzemeyên weke protez tunin bijîşk nikarin emeliyatan bikin.    CIHAZÊ MR’Ê XERABE   Hate diyarkirin ku li nexwşxaneyê cihazê MR’ê yê ku çokan dikişîne ji ber xerabeye saleke nikare were bikaranîn. Ji ber vê yekê nexweş sewqî navçe û bajarên din tên kirin. Hat hînbûn ku cihazê Koter ku bi şewitandinê dema emelitan xwîn jê hatinê asteng dike jî demek e xerabe ye.    LI NEXWEŞXANEYÊ DERMANÊN JANÊ Û BIRÎNÊ NÎNIN   Hate zanîn ku li nexweşxaneyê dermanên janê û birînê jî nînin û 3 meh in ji nexweşan re reçete tên nivîsîn û derman wisa tên bidestxistin. Xebatkarên tenduristiyê ku derbarê kêmasiya dermanan de agahî dan, ji bo rewşa heyî vebêjin bi gotina “li nexweşxaneyê dermanê Parol jî nîne” bertekên xwe nîşan dan.    NEXWEŞAN DIŞÎNIN ECZANEYAN   Welatiyeke ku nexwest navê xwe aşkera bike, pirsgirêkên ku li nexweşxaneyê jiyan û mexduriyeta xwe vegot. Welatiyê diyar kir ku li ser janên wê zêde bûn, çûye beşa lezgîn a nexweşxaneyê û li wir tenê bijîşkek hebûye ku bi nexweşan re mijûl bibe. Welatiyê diyar kir ku ji ber hejmara bijîşkan kêm e li beşa lezgîn dor zêde ye û wiha got: “Ji ber janên min zêde bûn min ji mirovan rica kir û ketim pêşiyê. Dema bijîşk ez muayene kirim ji min re got ‘li nexweşxaneyê ji bo we dermanek nîne, heke hûn bixwazin ez ji bo reçeteyekê binivîsim. Ji ecznaeyê bigirin û bînin vir bila hemşîre derziyekê deynin’. Ez jî mecbûr mam çûm eczaneyê û derman standin. Pişt re ew îlac min anîn û derzî danîn.”   Ji bo xizmeta tenduristiyê pêşkeşî welatiyên Cizîrî were kirin projeyeke nexweşxaneya 500 nexweş bikarin lê razin hat amade kirin û di sala 2019’an de li Rojnameya Fermî hate weşandin. Lê îhaleya vê projeyê bi çu awayî nehat kirin. Her serdemê ev proje ji aliyê AKP’ê ve dibe amûrê hilbijartinê.   MA / Omer Akin