Wezareta Navxweyî ji qetilkirina Pîtek 'berpirsiyar' hat dîtin 2022-04-11 09:07:55   MÊRDÎN - Dadgehê têkildarî kuştina Mehmet Pîtek ê polîsan di dema qedexeya derketina derve ya Nisêbînê de di şaneşîna mala wî de ew kuştibû, ji aliyê qisûrê ve Wezareta Dadê fihêl kir, ji aliyê berpirsyariyê ve jî mehkumî 242 hezar lîre tazmînatê kir.    Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê di 3’yê Nîsana 2016’an ku qedexeya derketina derve lê berdewam dikir, bavê 4 zarokan û xebatkarê Şaredariya Nisêbînê Mehmet Pîtek (40) ji aliyê polîsên tîmên taybet ve di encama gulebaranê de li şaneşîna mala xwe hat qetilkirin. Di lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Nisêbînê têkildarî qetilkirina Pîtek daye destpêkirin de heta niha faîlên wî dernexistin holê. Serdozgeriyê şûna ku faîlan derxîne holê, dema “têkiliya wî ya rêxistinê” lêkolîn dikir, dosyaya lêpirsînê jî sewqî buroya “kiryarên nediyar" kir.    DADGEHA ÎDARÎ WEZARET FIHÊL KIR   Di lêpirsîna cezayî de tu pêşketin tune ye, parêzerê malbata Pîtek derbarê Wezareta Karên Hundir de li Dadgeha Îdareya Mêrdînê ya 1'emîn bi daxwaza lêpirsîneke îdarî were destpêkirin serlêdan kir. Dadgehê îdia kir ku Pîtek di pêvajoya qedexeyên derketina derve de bi guleyeke ku nediyar e ji ku hatiye jiyana xwe ji dest daye û daxwaza tazminata maddî red kir. Dadgehê ji aliyê qewimîna bûyerê ve jî biryar da ku Wezareta Karên Hundir 80 hezar lîreyan tazminata manewî bide malbatê.    BIRYAR LI DIJÎ HIQÛQÊ YE   Parêzerê malbatê li ser vê yekê, dosya bir Dadgeha Îdare ya Herêmê ya Dîlokê. Daîreya Doza Îdarî ya Sêyemîn a Dadgeha Îdare ya Herêmê ya Dîlokê kismekî serlêdanê qebûl kir qismek jî qebûl nekir. Dadgeha Îstînafê berovajiyê dadgeha herêmî diyar kir ku di bûyerê de berpirsyartiya Wezareta Karên Hundir heye û destnîşan kir ku biryara dadgeha herêmî ne li gorî hiqûqê ye. Îstînafê ji ber berpirsyartiya Wezareta Karên Hundir, biryar da kû 32 hezar lîreyan tazminata maddî bide malbatê.   QISÛR NEDÎT, BERPIRSYARÎ DÎT   Dadgeha Îstînafê biryara dadgeha herêmî ya 80 hezar lîre tazminata manewî jî kêm dît û Wezaret weke berpirsyar dît. Dadgehê tazmînata manewî ku divê bidin malbatê weke 210 lîre diyar kir.    MA / Ahmet Kanbal