Nivîskar Yaray: Dewlet bi astengkirina ziman dixwaze kurdan tune bike 2022-04-11 10:25:28   AMED - Hevseroka Komeleya Wêjevanên Kurd Sultan Yaray bal kişand ser cihêkariya zimanê kurdî ya ku ji aliyê Diyanetê ve li Mizgefta Mezin a Amedê hatiye kirin û got: “Dewlet dixwaze ku zimanê kurdî qedexe bike û kurdan tune bike.”   Polîtîkayên pişaftinê yên ku dewlet bi salan e li dijî zimanê kurdî dimeşîne didomin. Di her qadên jîyane de zimanê kurdî te qedexekirin û astengkirin. Her çiqas dewlet li aliyêkî dibêje zimanê kurdî qedexe nîne jî di guherandina navê tax û tabeleyan kurdî de polîtikayên dewletê yên li dijî zimanê kurdî tên xuya kirin. Di demên dawî de Serokatiya Karên Diyanetê ji bo ku kesen ku dixwazin Mizgefta Mezin (Ulu Cami) bibînin bi hin hişyariyan wan bi çar zimanan panoyek amede kir lê di nav çar zimanan de cih nedan zimane kurdî. Ev yek jî polîtikayên dewletê yên qedexe û astengkirina zimanê kurdî dide nîşandan.    Hevseroka Komeleya Wejêvanên Kurd nivîskar Sûltan Yaray, polîtikayên dewletê yên li dijî kurdî ji ajansa me re nirxand.   ‘DEWLET DIXWAZÊ KU KURDAN TUNE BIKE’   Nivîskar Sultan Yaray bal kişand ser bal kişand ser cihêkariya zimanê kurdî ya ku ji aliyê Diyanetê ve li Mizgefta Mezin a Amedê hatiye kirin û derbarê astengkirina zimanê kurdî de wiha axivî: “Dewlet dixwazê ku zimanê kurdî qedexe bikê û kurdan tûne bike. Cihekî ku wek Amedê bi çar zimanan tabeleyan derdixin lê cih nadine zimanê kurdî. Ev ji gelê kurd re heqaret e. Gelê kurd jî vê yekê dibînê divê vê heqaretê qebûl nekin. Qebûl nakin jî. Me di Newrozê de jî dît  di nav ewqas astengîyan de jî ewqas kes hatin cem hev û li hebûna xwe xwedî derketin. Gelê kurd dê li zimanê xwe jî bi vî awayî xwedî derkeve.”   ‘POLÎTIKAYÊN DEWLETE BIŞAVTINÊ NEGUHERÎNE’   Nivîskar Yaray, di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku dewlet li aliyekî bi dersên hilbijarî dibêje, kurdî serbest e li aliyê din jî zimanê kurdî asteng dike. Yaray, bi lêv kir ku polîtikayên dewletê bi sala ne neguherîne û wiha direjî da axaftina xwe: “Dewlet ji bo ku kurdan bixapîne û Ewropa û dewletên navnetewî re bejê me zimanê kurdî serbest kiriye, dersên hilbijarî vekiriyê. Lê polîtikayên dewletê neguherîne, dîsa dixwazin ku kurdan tûne bikin. Dîsa ji bo wan qursan 60 mamoste tayîn kirine, 60 mamoste têra ewqas kesî nakin. Dema malbat diçin serî li wan kursan didin jî ji wan re dibêjin qurs tune ne. Kurd edî bi van gaven xapînok naxapin. Dizanin ku mafên zarokên wan jî heye biçin dibistanan, da zimanê xwe hîn bikin.”   ‘ZIMAN XWEBÛN E’   Yaray, anî ziman ku dewlet ji bo ku gelê kurd ji hebûna wî dûr bixîne polîtikayên bişaftinê dimeşîne û got: “Gelê ku ji zimanê xwe were dûr xistin di heman demê de hebûna xwe dûr dikeve. Ji ber ku ziman çand e, ziman wêje ye, ziman xwebûn e, ziman nasname ye. Netew bi zimanê xwe dibe netew. Ji ber dewlet dixwaze ziman û çanda gelekî tune bike û zimanê xwe li ser ferz bike. Lê 50 milyon însanî nikarin tûne bikin. Ne têne vê pankarte di hemû qaden jîyane de cih didin zimanên din.  Lê dema mijar bû zimanê kurdî ji bo ku tune bikin her tiştî dikin. Em niha dinêrin bi hezaran stranên kurdî dizîne. Têne zimanê stranan guherandine, bi muzika kurdî stranan çedikin.”   ‘XWEDÎ DERKETINA ZIMAN XURTTIR BIKIN’   Yaray, diyarkir ku kurdan hemberî zext û zoren dewlete zimanê xwe heta vê rojê anîne. Yaray, girîngiya ziman bi lêv kir û ji bo xwedî derketina ziman ev bangawazî kir: “Pêwîste bikaranîna zimanê tirkî kêm bikin û şuna wê zêdetir bi kurdî biaxivin. Ya herî girîng jî ew e ku em di mala xwe de kurdî biaxivin. Divê kurd ji bo mafên perwerdehiya zimanê xwe li ber xwe bidin. Tu dewletek nikare zimanê gelekî qedexe bike, ew sûce. Berê zarokan 6 saliya xwe dest bi dibistanê dikirin. Lê lekolîn kirin ku zarok heta 6 salî hînî zimanê xwe dibin û ji bîr nakin. Vê care ji bo ku zarok ewilî tirkî hîn bibin, temenê şandina dibistanê daxistin 4 saliyê.  Zarok dema di 4 saliya xwe de diçin dibîstanê zimanêkî din hîn dikin, malbat her çiqas li ber xwe bidin jî zimanê xwe ji bîr dikin.”