PZK'ê serdana ajansa me kir 2022-04-11 12:49:26   AMED - Ji PZK'ê heyetek serdana ajansa me kir û ji bo ragihandina xebatên xwe piştgirî xwest.    Platforma Zimanê Kurdî (PZK) ku ji bo 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî beriya çend rojan civînek li dar xistibû serdana ajansa me kir. Heyeta PZK'ê ku ji berdevkên wê Şerefxan Cizîrî, Zeyad Ceylan, Vahît Aba û Eyûp Yalûr pêk dihat, serdana buroya me ya Amedê kir. Di hevdîtinê de berdevkan, destnîşan kir ku ji bo xebatên 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî civînek li dar xistine û xwestine ji bo agahdarkirinê xwestine serdana çapmeniya kurdî bikin. Berdevkan, di hevdîtinê de xebatên platformê vegotin û ji bo ragihandina xwebatên xwe piştgirî xwestin.    Berdevkan, agahî da ku piştî serdana ajansa me wê serdana saziyên çapameniyê yên din, sendîka û rêxistinên sivîl jî bikin.