Li herêma Bestayê zextê li gundiyan dikin ku daran bibirin 2022-04-11 13:17:29   ŞIRNEX - Hate ragihandin ku li herêma Bestayê daran bibirin û tê xwestin li herêma Mêrgemor qeleqol bê çêkirin.    Hate diyarkirin ku li herêma Besta ku di navbera navçeya Berwarî ya Sêrtê û navenda Şirnexê de dimîne amadekariyên operasyoneke berfireh tê kirin. Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatine girtin, hate ragihandin ku ji bo darên li herêma Bestayê bên birîn zext li gundiyan tê kirin, heke ew daran nebirin wê cerdevanan bibin herêmê û daran bidin birîn.    Hate zanîn ku ji bo darên bên birîn bar bikin û bibin bi sedan wesayît tên amadekirin.    Hate ragihandin ku tê armanckirin ku li Mêrgamor a li herêma Bestayê ku xwedî cihekî stratejîk e, qeleqol dê were çêkirin.