‘Bila ev dar bibe wesîleya azadiya birêz Ocalan’ 2022-04-11 13:42:12 RIHA - Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê li baxçeyê mala Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku lê ji dayik bûye, bi wesîleya rojbûna 73’yemîn dar danî û gotin, “Bila ev dar bibe wesîleya azadiya birêz Ocalan.”    Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê bi wesîleya jidayikbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a 73’yemîn şitla hinarê çand. Dayikên Aştiyê li baxçeyê mala ku Ocalan lê ji dayik bûye kom bûn. Mehmet Ocalan pêşwazî li mêvanan kir. Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu û rêveberên HDP’ê jî tevli çandina dara hinarê bûn.    Dayikan li baxçe şitil çand û li çepikan dan û tîlîli kirin. Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Hadlê Ogur di çalakiya şitil çandinê de axivî û wiha got: “Me ji bo rojbûna birêz Ocalan li baxçeyê mala wî dar çand. Me dara hinarê çand. Hinar xêr û bereketê tîne. Em dixwazin ev şitil ango dar bibe wesîleya azadiya birêz Ocalan. Dema ku birêz Ocalan azad bû bila fêkiyên vê darê bixwe.”    Jinan çalakiya xwe bi strandina stranan bi dawî kirin.