Guven: Di tu axaftina min de sûc nîne 2022-04-11 14:35:59   AMED - Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di doza bi îdiaya “propaganda kiriye" de derbarê wê de hatiye vekirin, diyar kir ku di daxuyaniyên wê de sûc tune ye û got: “Heke pirsgirêka li vî welatî were çareserkirin, Leyla Guven dikare 40 salan jî di hepsê de bimîne, ne girîng e.”    Danişîna sêyemîn a doza bi îdiaya “Propaganda rêxistinê kiriye” derbarê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven hatiye vekirin, li Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ya 9’emîn hat lidarxistin. Guven ji Girtîgeha Xarpêtê ya Jinan bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû û parêzerê wê Serdar Çelebî li danişînê amade bû.    Ev doz ji ber axaftinek Guven a li Colemêrgê hatiye vekirin bi dosyeyek ku 5 sal cezayê hepsê lê hatibû birîn û Dadgeha Bilind xera kiribû re kirine yek.    Doz ji axaftinên Guven ku li Enqereyê, Amed û Colemêrgê kiribû û ji sê dosyeyên cuda pêk tê. Guven di danişînê de parastina xwe kir û diyar kir ku 30 sal in ew li qada siyasetê dixebite û amûrek tenê di destê siyasetmedar de heye ku ew jî axaftin e û çawa ku siyasetmedar dixwazin bi axaftina xwe mirovan qanih bikin, wê jî vê yekê kiriye.    ‘TIŞTÊN KU MIN GOTIYE NE SÛC IN’    Guven destnîşan kir ku her tiştê ew axivî ye wek sûcê aresteyî wê kirine û wiha got: “Li welatên demokratîk tiştên ez axivîme nabin sûc. Li wan welatan azadiya raman û îfadekirinê heye. Ku di axaftinê de tundî tune be, ew nabe sûc. Di îdianameyê de hin axaftinb hatine destnîşankirin. Li ser wan têgehan sûc hatiye peydakirin. Yek ji van têgehan jî Kurdistan e. Min di gelek dozên din de jî destnîşan kiribû. Em li axaftinên dema nêz ên Serokkomar û rayedarên AKP’ê binêrin. Çawa ku dema  Serokkomar peyva Kurdistan tîne ziman ne sûc be, rayedarên AKP’ê dibin ne sûc be, dema ez jî dibêjin ne sûc e. Di tu axaftinên min de sûc tune ye. Ev cezayê li min hatiye birîn û cezayê ji min re tên xwestin tu qedr û qîmeta wan tune ye. Heke pirsgirêka li vî welatî were çareserkirin, Leyla Guven dikare 40 salan jî di hepsê de bimîne, ne girîng e.”    DOZGER DÊ MUTALAYÊ AMADE BIKE    Parêzerê Guven, Serdar Çelebî jî diyar kir ku ew ê piştî mutalaya dozger parastinê bike. Dozger jî xwest ji bo mutalayê amade bike, hemû dosye bo wî bê şandin.    DANIŞÎN HAT TALOQKIRIN    Dadger biryar da ku mutalaya dosyeyê bo dozger bê dayîn û danişînê taloqî 6’ê hezîranê kir.