Tedawiya parêzerê ku polîsekî lê dabû didome 2022-04-11 15:42:34   ŞIRNEX - Tedawiya parêzer Serkan Karakaş ku qomserê polîsan bizanebûn bi wesayîtê lê dabû, didome. Yekitiya Baroyan a Tirkiyeyê jî êriş şermezar kir.    Serkan Karakaş ê li Şirnexê polîsekî bi wesayîtê lê da û bi giranî birîndar kir, di heman demê de parêzerê Abdulgaffar Dayan ku di 24’ê Çileyê de ji aliyê parazvanên qeymeqam û qeyyûmê Cizîrê ku bi wesayîta Ford Ranger lê dabûn û ew kuştibûn e.    Karakaş ê ku qomserê polîsan duh bi wesayîtê bizanebûn lê da bû, li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hatibû emeliyatkirin. Karakaş, piştî emeliyata 3 saetan wergirtin serwîsa normal.    JI BER ÊŞ Û JANÊN XWE NIKARÎ BIAXIVE   Hat hînbûn ku Karakaş ê tedawiya wî didome, ji ber şikestina çokê wî wê rojên pêş de emeliyatên cudatir derbas bike. Karakaş, ê ji bo ku em pê re biaxivin çûn nexweşxaneyê, ji ber êş û janên dikişandin nikarî biaxive.    TÊ PAYÎN KU POLÎSÊ FAÎL SEWQÎ EDLIYEYÊ BÊ KIRIN   Polîsê ku bi zanebûn li Karakaş xist û di îfadeya xwe ya ewil de got ku “Pêjna dengekî hate min û min lê da” li Miduriyeta Polîsan a Şirnexê di bin çavan de tê ragirtin. Tê payîn ku qomiserê polîsan wê piştî kirariyên li miduriyeta polîsan îro sewqî edliyeyê were kirin.    TBB’Ê ÊRIŞ ŞERMEZAR KIR   Yekitiya Baroyan a Tirkiyeyê (TBB) êrişa li Serokê Navenda Mafên Parêzeran ê Baroya Şirnexê Serkan Karakaş bi daxuyaniyeke nivîskî şermezar kir. TBB’ê têkildarî êrişê de wiha got: “Em bi xemgînî hîn bûn ku di encama polîsekî bi zanebûn bi wesayîtê li Karakaş daye bi awayekî giran birîndar bûye. Em hêvî dikin ku hempîşeyê me demildest baş be. Em weke TBB û Navenda Me ya Mafên Parêzeran ji bo faîl cezayê herî giran bigire em ê heta dawiyê şopdarên pêvajoyê bin. Em êrişê şermezar dikin.”