Welat bi welat, bajar bi bajar li kurê xwe digere 2022-04-12 09:00:42 WAN - 2 sal in xeber ji Mihemed Mîr Mîrzen ê rojavayî yê tê gotin gava ji aliyê Îranê sînorê Tirkiyeyê derbas kiriye û ji aliyê leşkeran ve hatiye binçavkirin, nayê girtin. Dayika wî Şîrîn Mîro, bi mehan e welat bi welat, bajar bi bajar li kurê xwe digere.  Ciwanê rojavayî Mihemed Mîr Mîrzen ê 23 salî di 16'ê Adara 2020'an de ji aliyê Îranê ve sînorê Tirkiyeyê derbas kiriye. Gava sînor derbas kiriye ji aliyê eskeran ve hatiye binçavkirin. Ji wê gavê ve xeber ji Mîrzen nayê girtin. Dayika wî Şîrîn Mîro jî bi mehan e li bajarên Îran û Tirkiyeyê li kurê xwe digere. Dayik herî dawî ji Îranê hat Wanê û serî li qereqolên li gundên navçeya Çardêranê dide û hewl dide aqûbeta kurê xw ehîn bibe. Mîro ku tu dever nemaye serî lê nedaye, 8 mehan tu encam bi dest nexistiye.      HERÎ DAWÎ LI ÇARDÊRANÊ HATIYE DÎTÎN    Dayik Mîro, got: "Kurê min di 21 saliya xwe de li Hewlêrê dixwend. Ji bo ku em wî bişînin Danîmarkayê me ewraqên wî hazir dikirin. Paşê ji ber koronayê seferên balafiran betal bûn. Ji ber vê xwest sînorê Îranê derbas bike û biçe Tirkiyeyê. Kurê min çû Hewlêrê, ji wir Silêmanî û ji wir jî Ûrmiyeyê. Paşê ji bo derbasî navçeya ÇArdêran a Wanê bibe bi peya bi rê ket. Bi meşê di şevekê de digihên sînorê Tirkiyeyê. Temenê kurê min biçûk bû. Di rê de hem tirsiyaye, hem jî qawet tê de nemaye ku bimeşe. Kurê min û xiwanekî efrînî ji be rku nikaribn bimeşin, koma wan dev ji wan berdidin. Di qeyda deng de digot diqefile û li benda alîkariyê bû. Gava bi tenê ma qeyda deng ji min re şand. Saetek bi şûn de cardin deng ji min re şand û got, gihaştiye gundê Xecxatûn ê navçeya Çardêranê."    CENDIRMEYAN EW BINÇAV KIR   Dayik Mîro, diyar kir ku kurê wê di dawiya qeyda deng de gotiye cendirme hatine gund û dê wî binçav bikin. Mîro, bilêv kir ku ji wê rojê heya niha tu xeber ji kurê xw enegirtine û got: "Tu sal in me tu xeber jê negirtine. Tam 8 meh in ez li Îran û Tirkiyeyê li kurê xwe digerim. Li Îranê min serî li hemû saziyan da, lê min e wnedît. Gelek kesan ez xapandim û pere ji min stendin. Rayedarên Îranê ji min re gotin, 'Di qeyda deng de kurê te gotiye ez li Tirkiyeyê me. Madem tu dibê li Îranê ye divê tu delîlekê ji me re bînî. Kurê te an li cem me ye an jî li Tirkiyeyê ye.'"    ‘KURÊ MIN BIBÎNIN'   Dayik Mîro destnîşan kir ku bi rojan e li Wanê li kurê xwe digere û ji bo vê serî li qereqolan daye, lê heya niha kesî tiştek jê re negotiye û got: "Ez têm dexlê we kurê min bibînin! Ez bi mehan e lê digerim. Ez bang li hemû mirovan dikirim; alîkariya min bikin. Êdî dixwazim kurê xwe bibînim û wî hemêz bikim."    MA / Hakan Yalçin