‘Di her hilbijartinê de propagandaya nexweşxaneya nehatiye çêkirin dikin’ 2022-04-12 10:03:03   ŞIRNEX - Rêveberê SES’ê Mûrat Ozbey diyar kir ku AKP di her hilbijartinê de propagandaya nexweşxaneya ku hêj hîmê wê nehatiye avêtin dike û wiha got: “Pêdiviya xelkê Şirnexê ne bi nexweşxaneyên mezin lê bi hilberîna di tenduristiyê de heye.”    Xelkê Şirnexê û navçeyên wê di hêla xizmetên tenduristiyê de zehmetiyên mezin dikişînin. Li hêla din Nexweşxaneya Bajêr a Şirnexê ku hêj hîmê wê jî nehatiye avêtin, di her hilbijartinê de ji hêla AKP’ê ve weke amûra propagandayê tê bikaranîn. Li gorî projeyê dê nexweşxaneya ku were çêkirin bi kapasîteya 500 cihan be. Ev proje di sala 2019’an de ber bernameya razemeniya sala 2019’an ketibû û di 18’ê sibata 2019’an de jî di Rojnameya Fermî de hatibû ragihandin. Dihat payîn ku nexweşxane li gundê Tilêlayê bê çêkirin lê piştî ku di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê adara 2019’an de AKP’ê Şaredariya Şirnexê bi dest xistî, ji gundê Tilêlayê veguhestin gundê Îkîzce yê girêdayî navendê. Projeya nexweşxaneyê veguhestin herêma kanên komirê û şantiyeyê û tê gotin ku ev yek bi mebesta “ranta siyasî” hatiye kirin. Tevî ku di her hilbijartinê de weke amûra propagandayê tê bikaranîn û bi ser re sal jî derbas bûne, hêj jî hîmê wê nehatiye avêtin.    ÎHALE HATE BETALKIRIN    Îhaleya nexweşxaneya ku tê payîn dê di hilbijartina pêş de jî çêkirina wê weke amûra propagandayê bê bikaranîn, çendek roj berê hate betalkirin. Rayedardan heta niha jî têkildarî îhaleyê û sedema betalkirina wê bi raya giştî re agahiyek parve nekirine.    Rêveberê Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) ya Şirnexê Mûrat Ozbey diyar kir ku çêkirina nexweşxaneyê di her hilbijartinê de weke amûreke propagandayê tê bikaranîn.    REWŞA NEXWEŞXANEYÊ   Ozbey, destnîşan kir ku li seranserî Şirnexê hema hema kesek nikare ji xizmetên tenduristiyê sûd bigire û wiha got: “Tesîsên tenduristiyê yên heyî bi têrî nakin. Lewma hem li navenda bajêr û hem jî li navçeyan hejmara bijîşkan pir kêm e. Bijîşkên gelek beşan jî tune ne. Di gelek beşan de jî bijîşkek bi tena serê xwe hewl dide xizmetê bide tevahiya bajêr. Li rexa din ji ber qeyrana aboriyê derman nayên peydakirin. Heta gelek nexweşên ku diçin beşa lezgîn, ji ewil diçin dermanên xwe distînin û piştre tên dermankirin. Pirsgirêkên bi vî rengî di demên dawî de zêde bûne.”    ‘ÎHALE HATE BETALKIRIN’   Di berdewamê de Ozbey bi bîr xist ku bi salan e hikûmet soza çêkirina nexweşxaneyeke bi kapasîteya 500 cihan dide û wiha domand: “Ev bû çend sal lê hêj hîmê wê jî nehatiye avêtin. Çendek roj berê kete ber îhaleyê lê hate betalkirin. Derfetên baş nayên çêkirin ku gel bikare ji xizmetên tenduristiyê sûd bigire. Di mijara cihê nexweşxaneyê de pirsgirêk heye. Divê cihê nexweşxaneyê ji bo rêvebirina xizmetên tenduristiyê û avakirina tesîsa tenduristiyê di cih de be. Nabe ku nexweşxane li kêleka kanên komirê bê çêkirin. Her wiha tê gotin ku dê di demên pêş de li wê herêmê santraleke termal bê çêkirin. Lewma ev herêm nabe.”   ‘WEKE AMÛRA SIYASÎ TÊ BIKARANÎN’   Bi domdarî Ozbey anî ziman ku li hemberî tenduristiya gel tu hesasiyetek nîne û wiha bi dawî kir: “Mijara behsa xeberê rant e. Ji ber rantê, hinek derdoran derbekî mezin li xizmetên tenduristiyê dan. AKP di her hilbijartinê de mijara nexweşxaneyê weke amûra propagandayê bi kar tîne. Vaye bû du hilbijartin ku bi ser vê projeyê re derbas dibin. Lê hêj jî xelkê Şirnexê nikare xizmeteke baş a tenduristiyê bibîne. Bi nêzbûna hilbijartina nû re AKP’ê dîsa mijara nexweşxaneyê kir rojev. Pêdiviya xelkê Şirnexê ne bi nexweşxaneyên mezin lê bi hilberîna di tenduristiyê de heye. Divê xizmetên tenduristiyê nekin amûra siyasetê. Çêkirina nexweşxaneyê bi tena serê xwe têrî nake. Divê xebatkar, hemşîre û bijîşk tê de hebin. Tiştekî rast nîne ku tenê nexweşxane bê avakirin û weke amûra propagandayê bê bikaranîn.”    MA / Zeynep Dûrgût