Êrişî rojnamevan Ergun Poyraz kirin 2022-04-12 10:27:47   AYDIN - Li ber deriyê mala wî êrişî rojnamevan Ergun Poyraz kirin. Hate diyarkirin ku rewşa Poyraz giran e.    Rojnamevan nivîskar Ergun Poyraz ê li navçeya Kûşadasi ya Aydinê dijî, li ber deriyê mala xwe rastî êrişê hat. Poyraz ê giran birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sokeyê. Li gorî agahiyên hatin bi dest xistin jiyana Poyraz di xetereyê de ye.    Hate îdîakirin ku ji ber Ergun nelirêtiyên li Kûşadasiyê bi lêv kirine, gef lê hatine xwarin.