Walîtiyê xwest bi ‘Koliya Remezanê’ ser îşkenceyê bigire! 2022-04-12 10:35:14   WAN - Ugur Acar ê ji sedî 65 astengdar e bi lêdana zabiteyan re rûbirû mabû û sê rojan li nexweşxaneyê hatibû tedawîkirin. Dilber Acar ji bo tiştên hatine serê kurê wê bipirse çû Walîtiyê. Li Walîtiyê jê re gotine “em koliyek Remezanê bidin te û bila bûyer li vir bê girtin.”    Zabitayên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku di bin rêveberiya qeyûm de ye roja 8’ê nîsanê li navenda bajêr êrişî welatiyên ku di semawerê de çayê difiroşin kiribûn. Zabitayan hem li welatiyan da hem jî semawerên wan desteser kirin.    Dîmenên li cihê bûyerê hatibûn girtin, mîna dîmenên îşkenceyê bûn. Ev dîmen rastî nerazîbûnek zêde hatibûn. Yek ji van welatiyan jî Ugur Acar (25) ê ji sedî 65 astengdar bû. Acar û birayên xwe jî çayê difirotin. Ugur Acar ji ber lêdanê sê rojan li nexweşxaneyê hat tedawîkirin û pişt re ji nexweşxaneyê hat derxistin. Ugur Acar û dayika xwe Dilber Acar ji ajansa me re axivîn.    JI BER LÊDANÊ JI SER HIŞÊ XWE DIÇE    Ugur Acar da zanîn ku wî û du birayên xwe piştî fitarê kêliya ku dezgehê xwe çêkirine û çayê belav dikirin bi êrişa zabitayan re rûbirû mane û zabitayan li wan daye. Ugur diyar kir ku ew ji kezeba xwe ji sedî 65 astengdar e û ji bo ew û birayên xwe debara malbata xwe bikin çayê difiroşin. Ugur got nêzî 30 zabitayan lê dane û ji ber ku gelek lêdane ji ser hişê xwe çûye, sê rojan li nexweşxaneyê hatiye dermankirin û wî ferq kiriye ku derûniya wî xera bûye. Ugur got hêj sînga wî û laşên wî diêşin û şopên îşkenceyê li ser laşê wî hene.    SERÎ LI ÎHD Û TÎHV’Ê DAN    Acar anî ziman ku wî û birayên xwe li dijî vê îşkenceyê dê rabin û ji bo piştevaniya hiqûqî serî li Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê û Komeleya Mafê Mirovan daye û ew ê hesabê vê yekê bipirsin.    'EM KOLIYA REMAZANÊ BIDIN TE, BILA BÛYER BÊ GIRTIN’    Dilber Acar jî diyar kir ku sê kurên wê hatine îşkencekirin û got: “Li vî welatî hiqûq nema ye. Tişta ku hat serê zarokên min nîşandana xelasbûna hiqûqê ye. Ji bo ez li meseleyê bipirsim min berê xwe da Walîtiya Wanê. Kesek ku xwe wek Cîgirê Walî da nasîn bi min re hevdîtin kir. Min derdê xwe jê re got. Wî ji min re got, ‘Em koliyek alîkariyê ya Remezanê bidin te, bila ev mesele li vir bê girtin’. Çavê wan li xapandina min bû. Min ji wan re got, ‘ez ne koliyê kesên li zarokên min dane bila bên cezakirin’. Ez dixwazim kesên li zarokên min dane bên cezakirin. Ji bo bên cezakirin jî em ê hemû mafên xwe bixin dewrê.”    MA / Hakan Yalçin